1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. KELEMÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA ÊZDÎYA
KELEMÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA ÊZDÎYA,kelemên,li,ser,rêya,avakirina,yekîtîya,êzdîya

KELEMÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA ÊZDÎYA

(Hevpeyvîna malpera AidaKurdê bi mamosta Ezîz ê Cewo re)

A+ A-

 

I

AmidaKurd:Mamoste dem baş! 

Di berfanbara sala par de di Şengalê de divê konfêransek li ser rewşa êzdîyan û êzdîtîyê pêk bihata, û tu jî divê beşdarî wê komcivînê bibûyayî… 

Jixwe te di derbarê rêwîtîya xwe ya nîvcî mayî de di gotara xwe ya “Li ber dergehê balafir’geha Slêmanîyê û …”( http://www.amidakurd.org/ku/tekst/LI_BER_DERGEHÊN _BALEFIR_GEHA_SILÊMANÎYÊ_Û_Paşgotina_bûyerên_pêkhatî) de vegotye … 

Helbet, ew jî bi serê xwe bûyereke balkêş e û mijara axavtineke cuda ye… 

Lê di wê gotara te de, mamosta, agahîyek a dinê jî bala mirov dikişîe. Tu dinivîsî, ku dema hûn ji mal derdiketin, ji bo ku herin balafirgeha Moskovayê, ji wir jî bifirin Silêmanîyê, di têlêvîzîonê da hatye ragîhandin, ku balafirên leşkerî yên Tirkîyayê êrîş birine ser Şengalê û êwirgeha penaberan a şehîd Rostem Cûdî ya li Maxmûran, ku di encama wan êrîşan da kuştî û birîndar çê bûne… 

Lê peyra tu agahîyek ji wê konfêransê çê nebû, gelo ew pêk hat, an – na, çima? 

 

Ezîz ê Cewo:Bi r’astî, bêdengîyek û bêagahîyek desthilatdar e… T’u agahîyên me jî nînin… Herêm a şêr’e, û r’êjîma faşîst a Erdoxan jî har bûye, kesek nizanne, dê k’engê û li k’îderê çi hovîtî û barbarîyên xwe pêk bîne… Ji xwe p’akr’ewankirina Zek’î Şengalî ya bi sûykasta hewayî ya ji hêla art’êşa t’irk va tê zanîn. Lewra jî, wek ku tê xuyan, amadek’arên wê konfêransê ji ber pirsgirêkên ewlek’arîyê ji bo demeke dinê û li cîyekî dinê yê bi ewle paşxistibin…  

 

 AmidaKurd:Naha em bên ser pirsa xwe ya sereke. Bala xwe bidinê, ewqas civîn, konfêrans û sîmpozîûm pêk tên, li ser tevkujîya êzdîyan û pirsgirêkên êzdîtîyê yên îroyîn ewqas tê axavtin û nivîsîn, ewqas bername di têlêvîzîonê de û bi radîoyê tên pêşkêşkirin, lê dîsa jî pirsgirêk li dû pirsgirêkan dertên hole…  

Balkêş e, eger êrîşên rêjîma faşîst a Tirkîyayê yên li ser Şengalê çê nebûna, û ew konfêrans pêk bihata, û, eger li Başûr rê li pbêşîya we negirtana, û we bikaribûyayî herin Şengalê û beşdarî wê konfêransê bibûyayana, teyê li wir çi bigota?

 

Ezîz ê Cewo:… Pirseke balk’êş û di cî da ye!

Dizanî, bi dîtina min, konfêrans, sîmpozîûm, civîn, sêmînar û tiştên dinê yên li ser pirsên ewlek’arîyê, r’ê û r’êbazên p’arastina fîzîkî,  her weha, r’êxistin û t’evgerkirina civakê pêwîst in û p’ir’girîng in, lêbelê ew t’enê bi serê xwe dê yekalî bimînin û t’êrê nakin, eger pirsgirêkên hindurîn ên civakê û sedemên wan pirsgirêkan bi r’êya lêgerînên zanistî neyên zanebûn û wat’edarkirin… Û ev r’êya jî, bi t’aybet ji bo pirsa êzdîyan û p’arastina êzdîtîyê pêkan e û xwedî girngîyeke mezin e!  

Hûnê bipirsin – çima?

Bibêjim! 

– Belê, r’ast e, t’evkujîyên êzdîyan pêk hatine û îro jî metirsîya dubarekirina wan heye. Li vira, ji bo ku li hember vê bê r’awestandin, her bersîvek heye – divê em hemû bi net’ewî bibin yek, hêza xwe ya net’ewî saz bikin (mabesta min ne t’enê hêza leşkerî ye!) û bi net’ewî jî gelê xwe, xaka xwe bip’arêzin…Û ev jî dê nikaribe t’enê, yekalî bigihîne  encamên pêwîst û bigihîje armanca sereke – civaka êzdîyanji t’unekirinê, an t’unebûnê r’izgar bike (k’î çawa dixwaze, bila wisa jî bixwîne!) …Lewra ku t’unekirin t’enê bi fîzîkî nine, ku dikare pêk bê û pêk tê! 

Ji bo ku ev p’arçeyê dîrokî yê şaristanîya k’urdî ya net’ewî ji bo nivşên pêşer’ojê bê p’arastin, k’arekî komplêk’s ê p’ir’alî me divêt – wek netew… 

Îro li ser vê r’êyê astengîya here mezin ev t’evlihevîya di têgihîştina (an, mirov bibêje, tênegihîştina!) êzdîtîyêbi xwe da ye – wek ol!    

Û lewra jî îro metirsîyek heye, ya ku t’u hêz jî nikare li hember wê r’aweste – ji bilî bi zanistî r’avekirina r’astîya vê olê û wê civakê, ya ku li ser bingeha wê ava bûye, û anegorî wê jî zanekirina civakê bi xwe ye!

Mabesta min çi ye? – Ya ku ji êrîşên wek ên DAÎŞê zêdetir îro mala êzdîtîyê wêran dike û  êzdîtîyê r’oj bi r’oj t’une dike û ji hole r’adike, nexwendîtîya olî ya di nav gel da ye … Û ev jî dibe bingeh, ku  hinek bik’evin xizmeta hêzên derva û mejûyê gel t’evî hev bikin. 

Û ya ku ji bo êzdîtîyê metirsîyeke here mezin e jî, hema ev e!

 

AmidaKurd:Rast e, mamoste, lê biborîne, ma di nav kîjan gelî de xwendîtîya olî ya tam heye?

 

Ezîz ê Cewo:Tu r’ast î. Di nav t’u gelî da jî xwendîtîya olî ya ji sedî sed nine! Lê gelên dinê sazîyên xwe yên olî hene: dêr, mizgevt, sînagogû sazîyên olî yên dinê… Erkdarên wan ên olî, hîç nebe, li ser asta seretayî bingehên ola xwe, ferz û dogmên wê dizanin, p’irtûkên wan ên pîroz ên cihêr’eng hene…   

Lê ya me?  

Ya me heya navê me jî guhar’tine, li şûna wî navekî dinê li me va kirine, û em jî vê yekê bi bêdengîyekê dip’ejirînin! Ev ji k’u tê? Ma sedemên vê ji nexwendîtîya olî nayên? Eger gel têgihîştina xwe ya here sade ya olî li ser êzdîtîyêhebûya, dê ev hemû bip’ejiranda, gelo? 

Helbet, na! 

Û pirsa nav jî p’ir’girîng e, hemû ç’arenûsa her mirovekî, gelekî, heya ya komekê, an r’êxistinekê bi navê wî/wê va p’êwendîdar e. Ew çi ku bi dîrokî pêk hatye an pêk tê, li ser bingeha wî navî pêk hatye û îro jî bi p’êwendîdarîya wî navî pêk tê… Hê bîrewar û zanîyarê antîk ê mezin, fîlozofê herî navdar ê ÇînêKonfît’sîûs(sedasalên VI – V ên berî serdema me) di vê derbarê da gotye, eger navê yekê/yekî an tiştekî tê guhar’tin, hemû p’ergala hişmendî ya çarenûs û pêşer’oja xwedîya/yê wî navî t’evlîhev dibe…  

Lêr’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan jî di vê derbarê da weha dibêje: “Eger navê te ji te standine, bizanibe, tu ji her tiştî bêpar hiştine, û tu êdî tu nînî!”–Û, her çiqas ev gotin bi boneyeke dinê bi zanistî hatye formûlekirin, lê ew t’am li vê r’ewşa êzdîyan ûêzdîtîyêtê!  

Tiştekî nebînayî pêk hatye! Navê me guhartine, lê em haj ji xwe nînin! Çawa dibe, mirov jî ewqas dikare xwe ji bîr bike, an di nava nezanîyê da wsa k’etibe xewa mirinê?... 

Binihêr’e, eger li şûna navê ‘t’irk’‘kt’ir’bi k’ar bînin, li şûna navê ‘ereb’– ‘ebre’, li şûna  ‘fars’–‘frsa’, li şûna ‘ermenî’– ‘enîrem’, li şûna ‘gurc’– ‘cgur’û yên dinê bik’ar bînin, dê xwedîyên wan navan ji cî veciniqin, veper’ikin r’ûyê wan, ên ku navê wan digihêr’in û cîhanê li ser serê wan da welger’înin! Û ev helwest û bert’ek jî dê p’ir’normal û xwezayî  be, lewra ku ew di pirsa p’arastina nirxên xwe yên net’ewî da mafdar in!  

… Lê ya me?

Binihêr’in, çawa hinek k’etine nava me û hêdî-hêdî, gav bi gav navê ola me ya  kevnar guhartine, navekî dinê li me va qemitandine û li me dane p’ejirandin, di bin wî navî da naver’okeke bîyanî (xerîb) danê,felsefe, bîrûbanwerî ûhemû pîrozîyênme yên olî guhar’tine û em hînî wan kirine (dîsa hêdî-hêdî, gav bi gav, bi berekê va!), hemû p’ergala ola net’ewî – bi felsefe, têgihîştina cîhanê, bîrûbawerîûpîrozîyênme yên kevnar dane jibîrkirin… Û me jî, ji xwe r’a serê xwe kirine ber xwe û ew hemû p’ejirandine. 

Mabesta min navên“ÊZDΔû “ÊZÎDΔye… Û wisa jî hemû navên p’ergalî yên felsefî, bîrûbawerîûpîrozîyênvê olê ne!  

Hem di gotarên xwe da, hem jî di p’irtûka xwe ya “Êzdîtî: divê mirov rastîya wê li ku bigere” da ez li ser vê mijarê r’awestyame û min ew bi zanistî r’avekirye. 

Binihêr’in, Êzdî yek ji navên Xwedêye. Di êzdîtîyêda weha tê gotin: “Hezar û yek navên Xwedê hene, Êzdî jî navekî Xwedê ye!”Ev tê çi wateyê? Ev p’eyv ji peyver’êza “Yê ez dayî”pêk hatye. Ango, Êzdîtê wat’eya Xwedê– ji vir jî navê Ezda/Ezdan! Û navê bawermendên vê olê jî, wek ‘êzdî’, ji p’eyver’êza “ya/yêezdayîpêk hatye, ango, yê/ya xwedayî, ango mirovên Xwedê! Hemû navênXwedêdi k’urdî da wat’eya xwe hene, û hemû wat’eyên wan jî erkî ne (fûnktsînal in!), ango ji wat’eyaerkekêsaz bûne û wê erkê destnîşan dikin! Mînak, p’eyva Xwedêjî wat’eya xwe heye. Li ser vê jî gotinek di êzdîtîyêda heye: “Xwedê cîhan sêwirandye, lê hîç kesî Xwedê nesêwirandye – Xwedê xwe da ye!”…  Û ji vira jî Xweda/Xwedê!  

Û pirseke dinê jî: binihêr’in p’eyvênXweda ûXwezaçiqas mîna hev in, r’asttir dibe, mirov bibêje, bingehên wan yek in… Lewra jî di dîrokê da ji êzdîtîyê r’a wisa jî gotine ola xwezayp’erest! A, ev e, ku êzdîtîyê ji olên dinê yên kevneşopî cuda duke… Kesekî pîroz, p’êxemberekî ev olla  nesêwirandye, ew di pêvajoyeke demdirêj bi xwezayî di nav civakê da pêk hatye, û efrînerê wê jî gelê k’urd bi xwe ye. Ango, êzdîtî di xwezaya K’urdistanê da, di nava civakê da bi xwezayî pêk hatye û hemû bawerî, p’erstin ûpîrozîyênwê bi xaka Welatê me va girêdayî ye… Dibe ku lewra jî, îro di nav k’urdên misulman ên sade da ferzên êzdîtîyê, felsefa wê ya têgihîştina cîhanê bêhtir hatye parastin, ne ku di nav wan êzdîyan da, yên ku bûne êzîdî-sofî...  

 

AmidaKurd:Ango, Êzdîtîû Êzîdîtîne heman ol e…?

 

Ezîz ê Cewo: Belê, û hema pirs jî di vê da ye: Êzdîtî û Êzîdîtîne yek in, ew du bîrûbawerîyên cuda ne – Êzdîtîola gelê k’urd a kevnar e, êzîdîtîterîqateke îslamêya sofîtîyêye. Navê wê jî ji navê yek ji xelîfên îslamê, Yezîd bên Muavî ebî Sifyanê pismamê Mehmedp’êxember ê dûr tê. Û evê jî olzanên vê tarîqatê yên ku wek pisporên olî di nav civaka êzîdîbûyîda tên naskirin û p’ejirandin, bi xwe di nivîsên xwe da didin zanîn… (Di vê derbarê da bi hûrbînî di gotara mina a “…Çima, divê yên êzdî bibin êzîdî-sofî, û êzdîtî bê tunekirin û ji hole rabe?!..” da heye. Ez li vira her p’arçeyekî ji wê gotarê bînim. Li wir min gotinên Hoşeng Broka nirxanine. Weha, ew biradera gazinên xwe çawa tîne zimên “...Her gava ku zanayek, lêkolînvanek, teyologek yan dîroknasekî Êzîdî rastiya Şêxadî û qonaxa Şêxadiyetiyê wek qonaxeke sufîst a herî berzdi Êzîdiyatiyê de, ku wê demê netewayetî û sînorên wê nas nedikirin, bike, nasyonalîstên Kurd dinyayê xirab dikin, mîna ku gunehkariyek hatibe kirinê”– http://www. amidakurd.org/ku/ tekst/çima_divê_yên_êzdî_bibin_êzîdî_sofî_û_êzdîtî_bê_t_unekirin_û_ji_ holê_r_abe). 

Her çiqas, hîç pêdivî bi îzbatîyan jî nine, ew t’erîqat bi xwe – bi hemû p’ergala xwe, pîrozî, bîrûbawerî û felsefeya xwe ya olî va, bi têrmîn, nav û qewlên xwe va li hole ye… Kesek nikare wan mirovan bixapîne, yên ku p’ir’î-hindikî dîroka pêkhatina olan dizanin û cudahîyên wan ên bingehîn têdigihîjin… Û li hember pirsa Hoşeng Biroka ya “...mîna ku gunehkariyek hatibe kirinê” jî di nava civakê da du helwest dikarin hebin: ya yekem, ên ku di nav wan da hest û têgihîştinên êzdîtîyêhê t’am nehatine kuştin-t’unekirin, naxwazin, ku êzdîtîheya dawîyê werguhêr’î t’erîqata îslamî-sofîtîyêbibe û bê t’unekirin, ji bo wan, belê,  “...gunehkariyek hatiye û tê kirin”ya duyem, ên ku êdî di nava êzdîtîyêda kirasê sofîtîya îslamêli stûyê xwe danîne, û daw û delingê xwe hildane jor, k’etine xizmeta îslamîkirinaêzdîtîyê, ji bo wan ev pêvajo tiştekî normal tê dîtin, lewra ku bi vê kontsêptê divê bingehên ola kevnara ya gelê k’urd bên t’unekirin... Û ev jî, ji bo gelê me pêvejoyeke p’ir’ bi xeter e!  

Di dema xwe da gemgeşîyên me di medya civakî da pêk hatine û peyr’a bi bi zanistî hatine t’omarkirin û bi r’êzegotaran di çapemanîyê û medya civakî da hatine weşandin. Min hewl daye, ku hemû r’astîyan li ber ç’avan r’axim… Û lêger’înên min ên zanistî û encamên wan jî paşê di p’irtûka min a navborî da hatine t’omarkirin...  

Dema mirov li van hemûyan, bi ç’avekî zanistî û heşmendî dinihêr’e û dinirxîne, dibîne, eva ku anîne û îro jî tînin serê êzdîyan ûêzdîtîyê, ji êrîşên Umer bên Xettab heya bê-derê yên DAÎŞê xirabtir û xetertir e! Û, lewra jî, bêyî r’ayê mirov di k’ûrahîya r’uhê wî da hewar û hêwarzeyek r’û dide … 

Fermo, bala xwe bidinê: îro jî, r’oj di nava r’ojê da hemû k’omele, sazî, çapemanî, weşan, r’adio têlêvîzîon vî k’arî didomînin, p’ir’anî bi nezanî, lê hinek – bi zanebûn. Û yên ku van k’aran pêk tînin, û yên ku li pişt van va sekinîne û wan r’êvedibin, ewana sparîşa hinek hêzên derva ya heya dawîyê misulmankirina êzdîyan ûêzdîtîyêpêk tînin … Ango, êzdîtîyê, wek bingeha r’uh û r’ewana net’ewî, t’une dikin û ji hole r’adikin!

Û, lewra jî, dema îro her yek ji hindava xwe va dibêje, ku pêwîst e, êzdîxane bibe yek, mirov matma dibe û dixwaze dipirse: 

– Gotina wan di derbarê kîjan êzdîxaneyê da ye? Ew yekîtî bi çi awayî dikare pêk bê – çawa û bi k’ê r’a?!

 

AmidaKurd: Bi rastî jî, mamaoste, yekîtî pir girîng e! Ew çawa dikare pêk bê, tu bi xwe pêkhatina wê yekîtîyê çawa dibînî?

 

Ezîz ê Cewo:  Ji bo ku ev yeka pêk bê, berê pêşin, divê bê zanîn, di nava t’u net’ewekê da hemû beş, k’om û şaxên wan ne yek in, û nikarin jî yek bibin! Ango, yekîtîyeke absolyût – ji sedî sed nine! Ev – yek! A dinê jî, hê pirs e, k’a nûnerên du olên cuda çawa dikarin bibin yek – ew jî yên du olên bi bingehên xwe va dijberî hev?

Belê, yekîtî baş e, û ew dikare pêk bê, dema hemû beşên civakê hebûna hev dip’ejirînin û ji hev r’a rêz digirin! Lê di vê r’ewşê da, dema pêvajoya sofî-îslamîkirina êzdîtîyê p’ir’ aktîv bûye, ji bo wê yekîtîyê her r’êyek hatye hiştin – ku yek ji wan bê  t’unekirin – û ew jî êzdîtîya r’esene! Û evê jî îro gav bi gav bi bir’yar pêk têînin, êzdîtî tê t’unekirin, hemûyan dikin êzdîdî-sofîyên îslamî… Û, wek ku min êdî gotye, di nava êzdîyan da nexwendîtîya olî heye, lewra jî hemû serê xwe dikin ber xwe û didin dû wan şerlet’anan, ên ku sparîşa hêzên derva pêk tînin – hinek bi zanebûn, hinek jî ji nezanîya xwe!... 

Bala xwe bidinê, heya naha digotin piştî Xwedêli ser erdan Şîxadî ye (Şêx Adî), bingeha sereke ya vê bawerîyê îro jî wek “Mala Adîyan”tê zanîn... Û dema berbir’î yekî an çend oldaran dibûn, an wan slav dikin, dibêjin: “T’erêq ji Mala Adîyanli ser ç’avê me r’a hatine!”Heya hinek êzdî dibêjin: Em edewî ne, ango, adewî, ango, ên ku li dû Adî diçin…Ango, Şêx Adî êdî di nava jîyana êzdîyan a r’ojane ya r’ewanî da wisa cîyê xwe  girtibû, ku beşekî ji wan xwe wek gelê wî nas dikirin  Lê, piştî wê, dema êdî dîroka Şêx Adî derk’ete hole, hate  weşand û bi wêneyên mezergeha wî ya li Cûlaemêrgê (Hekkarî), r’astya wî fîlozof ûerkdarê îslamêbi  hemû hûrbînîyên xwe va derk’ete ber ç’avan, naha jî Şerfedîn derxistine holê, dibêjin em êzîdîne, dînê me Şerfedîne… Û ji bo kû evê nêr’înê,  ya ku ne t’enê dûrî r’astîyê ye, lê wisa jî dûrî heş û  sewdayê merivê normal e, bidin p’ejirandin, hildane ew stran, a ku di wê da tê gotin: “Şerfedî e, Şerfedîn e, Şerfedîn e, ji dînê min e!” Guhartine, kirine: “Şerfedîn e, Şerfedîn e, Şerfedîn e, dînê min e!”  – Û kesek napirse: K’a, hela r’awestin, we ew ji k’u anî? We çima hema wisa ji carekê va Şîxadî bi hêsane danî hêlekê, heya navê wî jî nadin? Çima? Ji ber ku hemû r’astîya Şîxadî derk’et hole, ji ber wê? Ê, naha jî, hemû r’astîya Şerfedîn derketye hole, va, mezergeha wî jî li Şengalê ava kirine – li ser tûjikê wê sembola îslamêdanîne – hêker(hîva kerî), ê, paşê hûnê k’ê bigerin-bibînin, û li stuyê vî gelê r’eben bialînin? ... Lê, eger ev kesanan, yên ku ji ber nezanîya xwe li vir û wir tişt û navên nû diger’in, ji bo ku bînin û li stûyê vî gelî bialînin, bikaribûna ç’avkanîyên cuda bixwendana, bingehên r’esen ên êzdîtîyê derxistana zanebûnê û bidana zanîn, berê xwe dane terîqet û kesayetîyên zêde ne dîyar ên îslamê. Çima? 

Û, ji bilî vê, eger van mirovana bizanibûna, ku navê Şêx Adî, yê ku dê û bavê wî lê kiribûne, bi xwe Şerfedîn bûye (Şêx Şerfedîn!), lê Adî nasnavê wî yê erka olî ye, balk’êş e, wê demê dê çawa tevbiger’yana? … (Di vê derbarê da: di gotara Feqe Huseyn Sagniç a “Şêx Adî” da – http://www.nefel.com/articles/article_print.asp?ArticleNr=1859).  

Û ev jî ne bes e, di p’ayt’exta Gurcistanê, bajarê T’bîlîsîyê da bi nave êzdîtîyê zyaretek avakirine û li ser tûjikê wê jî dest danîne… Dest jî di îslamê da sembola çi ye, ji xwe tê zanîn (destê dota Mehmed p’êxember!)… Û ev bingeha xwe ji k’u digire? – Yek ji îdêologên îslamîkirina êzdîtîyê p’îr Dîma vekirî dibêje, ku êzdîtîne ola kurmancîaxêvant’enê ye (heya naavê k’urd jî nade), ku ew wisa jî ola aramîaxêv ûerbîaxêvane… Ma, ev tê çi wat’eyê? Ma ew k’îjan ol e, ya ku li ser bingeha wê kurmancîaxêvû aramî-erebîaxêvdigihîne hev?  Belê, her kesek dikare bibêje – îslam e! Û, eger heya ew kurmancîaxêvan kurdjî nav nake, wê demê çi dimîne? ... Ma ne, ji bo ku hemû li ser bingeha olî bibin ereb, gavek dimîne! (bi hûrbînî di pirtûka min a navborî da, r’û. 205 - 213)… 

Dizanî, li vira ya here bi xeter çi ye? 

Binihêr’e, her çiqas p’ir’anîya k’urdan misulman in, di nav wan da sunnîtî û şiîtî, bi t’erîqet û şaxên îslamê yên cuda va hene, lêbelê, ji wan hîç yek jî kurdîtîyêr’ed nake, ev, ên ku me li jorê behsa wan kir, her tiştê ku ji destê wan tê û nayê bi k’ar tînin, ku êzdîyan ji bingeha wan a net’ewî qut bikin û, wek ku di nav gelê me da tê gotin, bikin xurê guran! Çima? – Ya ku divê derê zanebûn jî, îro ev e!  

Ew êzdîyên sade, yên ku nizanin, k’a êzdîtî çi ye, heya r’adeyekê şûcê wan nine, lê  ewên ku xwe r’ewşenbîr û mitaledar dihejmêrin, p’êwendîyên wan bi navendên êzdîyan r’a hene, heya r’adeyekê, eger ne pisporbin jî, xwe zaneyên êzdîtîyê dihejmêrin, heya car bi car di medya civakî da şûrê xwe yê virtual (an – o-layn!?) jî bawerdidin, lê di vê r’ewşê  da dengek ji wan dernayê. Çima? Wek ku ji bo hinekan di dema Sovêtê da wek laqirdîyekê digotin: “Zikê wan t’êr, xwarina wan belaş, jiyana wan şad û bextewar e!”– Erê?

Bala xwe bidinê – t’am pêşenîyek (cephe) vekirine – ji bo ku êzdîtîyê ji hole r’akin, lêbelê evên ku divê, hîç nebe, ji bo xatirê erka xwe, dengek ji wan derk’eta, li dora wana bêdengîyeke (ker’îyeke) wisa heye, ku dengê werzebayekî sivik jî dê bê bihstin û ew di  nava hêçxemîyekê da dijîn … Lê k’a ew gotinên wan ên bilind û gulover’ên di derbarê Şîxadî û şîxadîtîyê da? Demekê heya nav gel da xwe edewî dihejmartin, ango adewî, ango yên ku li du bawerîya Adî diçin, û ev gîhandibûn asta netewnavekî, lê naha jî, dema hinek derk’etine, wek ku min li jorê got, nizanim ji k’u Şerfedîn derxistine, dibêjin – em êzîdîne, dînê me şerfedîne, evana xwe telandine û dengek ji wan dernayê. Kesek nake qarîn û hewar: Rawestin, bes e, bi vî gelî bilîzin!… Ji hêlekê va mirov matma dibe, hinek, nezanîya wan gihîştye asta here bilind, ji hêla dinê va, yên ku xwe zane û destûrmend (kompetent) dehesibandin, tiştekî wan nine, ku li hember wê nezanî û êrîşk’arîyê derxin pêş!  

Û, balk’êş e, k’î divê îro li hember vê pêvajoya bi xeter – dûmahîka êk’spansîya erebkirina K’urdistanêr’aweste, ya ku bi êrîşên Ummer bên Xetab va despêbûye û bi DAÎŞê gihîştye van r’ojên me?! 

Û, eger mirov evê t’evgera van kes û r’êxistinan r’ast binirxîne, dê derê zanebûnê, ku ev hemû ji bo êzdîyan ûêzdîtîyêji êrîşên ç’ekdarî xetertir e! ... 

 

AmidaKurd: Baş e, mamoste, gelekî spas! Em goftûgoya xwe li ser pirsa yekîtîya êzdîyan di xeleka hevpeyvîna xwe ya duyem da bidomîno.

 

Ezîz ê Cewo:Başe, ser ç’avan!