1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. PIRSGIRÊKÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA ÊZDÎYAN IV
PIRSGIRÊKÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA   YEKÎTÎYA ÊZDÎYAN IV,pirsgirêkên,li,ser,rêya,avakirina,yekîtîya,êzdîyan,iv

PIRSGIRÊKÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA ÊZDÎYAN IV

(Hevpeyvîna malpera AmidaKurdê bi mamosta Ezîz ê Cewo re)

A+ A-

 

 

 

Amîda Kurd: Dem baş, mamoste! Em careke dinê bi hev re ne!

Ezîz ê Cewo: Dem baş ji we û xwendevanên we r’a!

Amida Kurd:Mamoste, eger em bi giştî hildin, beşekî wan pirsgirêkan, ên ku îro di nava civaka êzdîyande hene, pirsa bingehên wan, û, wisa jî, pirsên di warê têgihîştina vê ola kevnar a gelê kurd de, di vê govtûgoya me de hatin ravekirin, her dimîne, ku hem xwendevan, hem jî kesayetî, rêxistin û sazîyên pêwendîdar wan hemûyan binirxînin, watedar bikin û ji bo çareserîya vê rewşa xeter û bi meteirsî rê û rêbazên konkrêt bigerin...

Ango, mirov dikare bibêje, ew raman, dîtin û nêrînên te yên li ser pirsgirêkên heyî û, wisa jî, ew rê û rêbaz, ên ku tu ji bo çareserîya wan pirsgirêkan destnîşan dikî, di beşên hevpeyvîna me yên berî vê de hate axavtin.

Ew hemû girîng in û hêjayî baldarîyê ne. 

Û, bi dîtina me, pispor, ezdazan û dilxwazênbawerîya pêşîyan jî dê wan binirxînin û nêrînên xwe di vê derbarê de bibêjin. Helbet, ji bo vê demek pêwîst dike. Piştre heya dibe ku govtûgo û gengeşîyên nû jî pêk bên...

Lêbelê tiştê ku îro bala mirov dikişîne, ew e, ku di nava civaka êzdîyan de bêdengîyek  desthilatdar e, wek ku, qey bibêjî, ew pirsgirêk zêde bala gelek kesan nakişîne. Bi taybet jî, wek ku di nava axavtnên te re jî derbaz bû, ew kes û rêxistin û sazî, yên ku jixwe divê wek daxwez û ferza peywir û erkên xwe ji bo vê rewşê gotina xwe bigotana, bêhelwest û bêdeng dimînin Çima? ... Gelo, ev ji ku tê?

Ezîz ê Cewo: Belê,mixabin, r’ewşeke wisa îro desthilatar e! Û lewra jî daxweza zelalkirina pirsgirêkê û pêşdanîna pirsan jî di cî da ne û xwedî giringî ne... 

Wek ku te jî got. Ji xwe bingeha pirsgirêkê ya navendî bi giştî hate r’avekirin. Lêbelê ev tiştên ku di nava  goveka hevp’eyvînekê da hatine r’avekirin, divê di nava govekeke berfirehtir da bên govtûgokirin û nirxandin, divê hemû dilêş û dixwaz û dilsozên r’amana net’ewî xwe xwedîyên vê pirsgirêkê bibînin û ewê li ser asta net’ewî binirxînin, lewra ku ew pirsgirêk hema di destpêka p’eydabûna xwe da ji sînorên goveka olekêbawerîyekê, an terîqetekêderk’etye û berfirehtir bûye ... Û, lewra jî, ji bo ku govtûgoyeke wisa pêk bê, divê binaxeyeke zanistî ji bo wê bê amadekirin, lewra jî divê hemû kesayetîyên pispor, sazî, ezdazan, erkdar û rêxistinên olîbeşdarî amadekirina vê binaxeyê bibin. 

Û ev yek jî li ser r’êya pêkhatina xwe dê bi astengî û pirsgirêkên cihêr’eng r’a r’ûberû bmîne, lewra ku di nava van kesan bi xwe da, yên ku divê bi vî k’arî r’abin, hê jî têgihîştineke zelal a vê ola kevnar nîne, dema gelek ji wan hê jî nikarin cudahîya di navbera êzdîtîya kurdî û êzîdîtîya sofî-îslamî, ya ku hem ya “kurmancîaxêvan”e, hem jî  “aramîaxêv/erbîaxêvan” e, bibînin? Û ev jî, wek ku min berê jî gotye, bi bingehîn ji nexendîtîya olî tê, û kes û k’omikên ku îro k’arê xwe yê r’eş di nava êzdîyan da pêk tînin, hemaa evê r’ewşê bik’artînin!

Û, eger mirov van pirsgirêkan hêvîya van mirovan, an hêvîya wan, ên ku me berê jî   behsa wan kiribû, bihêle, ewê bi serê xwe (ji bilî yek-du dilêş û dilsozan!) xwe nedin ber vî barî. Wê demê çi dimîne? Dimîne, ku r’êxistineke siyasî, yan jî sazîyeke dinê, yên ku  xwe wek r’êxistin û sazîyên net’ewî-giştî dihejmêrin, li vê xwedî derbik’evin û ji bo ç’aresekirina vê pirsgirêkê bibin sîwan...  

Amida Kurd: Belê, mamoste, te wek prênsîp, bi têorêtîkî ew mijar formûle kir, em evê ji bo wan sazî, rêxistin, komeleyan bihêlin,ên ku bi vê pirsê repêwendîdar in, ji bo ku ew karên ku di vî warî de tên xwestin, pêk bînin...

Lêbelê, dîsa jî pis dertên holê. Û piştî wan hersê beşên govtûgoya me yên li ser vê mijarê hinek pirsên dinê jî rû dan. Pirsa ku ez dixwazim bala te bikişînim ser, di nava peyam û nameyên xwendevanan da jî cuda dibe û dertê pêş. 

Xwendevan dipirsin: “Çima mamoste hîç behsa herdu pirtûkên pîroz ên êzdîyan jî 

nake?” 

Ezîz ê Cewo: Belê, helbet, xwendevan mafdar in, di weşanên cuda da di derbarê wan p’irtûkan da hinek agahîyên giştî-nîvhero hatine belavkirin... 

Lêbelê, berê pêşin, ew agahî her t’enê li ser asta danasînan in, û, ya dinê jî, pirsa van herdu p’irtûkan ne wisa sade û yekawa ye. Divê di sêrî da hê bê zelalkirin, k’a ew p’irtûk çi p’êwendîya xwe bi êzdîtîyêr’a hene û çiqasî yên ola kevnar a gelê k’urd in?...  

Ji bilî vê, helbet, mirov tê digihîje, nivşên êzdîyan ên nûîro t’enê di nav civaka xwe ya kal û bavan da najîn, ew di nava civak û welatên bîyanî da jî dijîn, û di wan welatan da jî olên kevneşipî (xaçparestî ûîslam)  serdest in. Û lewra ku, di wan welatan da li çardorên wan dêr ûmizgevt û p’erestgehên dinê hene, di dibistanên wan da li ser mijarên p’irtûkên wan ên pîroz (Quran û Êndcîl) jî p’erewrde pêk tên, ciwanên kurdên êzdî bi xeterîya windabûnê r’a rûberû ne. ... Û, eger em li ser vê da wisa jî bernameyên r’adîo-têlêvîzîonên wan û întêrnêtê jî zêde bikin, dê r’ewşa r’astîn a derûnî ya bawermendên êzdîderê holê...  

Û di r’ewşeke weha da bi xwezayî nivşên êzdîyanên îroyîn jî ji hêlekê va ji ola xwe zêdetir ên bîyanî nas dikin, û ji hêla dinê va li bal wan jî xwestek dertê pêş, ku merc û derfetên wisa ji bo ola wan jî bên afirandi... Lewra jî gelek ciwanên êzdî dipirsin, k’a çima p’irtûkên me yên pîroz nînin, ku em bixwînin, çiama dêr ûmizgevtênêzdîyanjî nînin (mabesta wan, helbet, qube û p’erestgehên êzdîtîyêne!), çima oldarên me ferz ûqewlû beytênola me ne bi zimanê me dibêjin?... 

Û ev pirsana jî li cîyekî vala p’eyda nebûne, divê oldar û ezdazanên ola êzdîû ew kesana, yên ku xwe dilsoz an zaneyên vê olê dihejmêrin, bikaribin bersîva van pirsên ciwanên êzdîyan bidin û ji hêvî daxwezên wan r’a bibin bersîv! 

Hûn dizanin, dema mirov van gotinan û yên dinê ji ciwanên me dibihê, t’evahîya r’ewşa bêkes ûbêxwedîya vê ola kevnar a gelê meli ber ç’avê wî vedibe, û dilê mirov bi gelê me û  ciwanên wî dêşe – ma ne, ew jî di vê cîhanê da dijîn, li k’u hemû gelên der-dora wan bi sazî,  k’omele, p’erestgeh û p’irtûkên xwe yên pîriz va li ber ç’avên wan in..., lê ya wan tiştekî wan nîne (?!). Tiştê  ku heye jî, bi zimanê erebîtê gotin, li ser dîwar û tûjikê p’erestgehan jî sembolên îsalamêtên danîn – anhêker (hîva kerî), an jî dest (wek sembola îslamê – destê Fatma dota Mehmed p’êxember)!... 

Lewra jî ciwanên êzdîdipirsin – ma, êzdîjî misulman in? 

Û ev jî r’ê li pêşîya wê vedike, ku ew bixalifin û bik’evin hemêza olên dinê! 

Di r’ewşeke weha da mirovê bikaribe çi bibêje, dema hemû nav û têrmîn, têgehên ola êzdîbi yên erebî-îslamîhatine guhar’tin, dema ew qewl ûbeyt’, ên ku tên gotin, bierebîne, û yên ku wan  dibêjin, bi xwe jî ji wan fêm nakin, dema heya navê vê ola pêşîyan, pîrozîyên wê yên sereke  kirine erebî-îslamî, heya, li şûna p’eyva k’urdî ya Xwedê, yên erebî yên Rebê alemêan Rebilalemtên bikaranîn, li şûna Mêrê Reojê, Şems, li şûna Mêrê Tav û Sîyê,MelekîTawisan Tawisî Melek..., û, wisa jî, cîyekî sereke di nava vê ola wan a net’ewî da dane Sultan Êzîdêxelîfê îslamê yê ereb. Û ji bilî vê, eger mirov di ser vana da wisa jî evan navan zêde bike: Ezraîl, Dardaîl, Îsrafîl, Mik’aîl, Cebraîl, Şamnaîl, T’uraîl, wê demê dê ji bo êzdîtîyê dîmenekî p’ir’xemgîn û dilkovan derê holê...

Û di vê r’ewşê da gazinên hinek xwendevanên me ne t’enê mirov matma dikin, lê wisa jî dilê mirov dêşînin. Mînak, Reşad Sarîbabaji Stambolê dinivîse, ku ew bi xwe ji Serhedê ye, ku du-sê bavan berê  malbeta wan êzîdîbûye, ku, wek ku ew dizane, ev şer’û buxdanên nep’ak misulmanan bi zanebûn di derbarê êzdîdîyan da belav kirine... Û, ji bo ku r’astîya gotina xwe bide xuyan, ev  biradera ji me r’a p’arçeyekî ji nivîseke întêrnêtê dişîne û jêderka wê jî destnîşan dike: Bi gelemperî wateya êzidî li gor neteweyên misilman an jî cînarên wan û kêmzêde gelên di bandora îslamê de mane ne erênî ye. Di derbarê wan de pênîsên wekî “şeytanperest”, “gawir”, “dijminên elî”, “zindîq”, “kurdên bi porr”, “bi heşt simbêlan” bikartînin...”.   http://www.kurdishinstitute.be/ezidi-ki-ne-u-tawise-melek-ci-ye/). 

Eger mirov bi baldarî van gotinênReşadêhêja bixwîne, dê bibîne, gotina wî di derbarê êzîdîyanda ye, ne – di derbarê êzdîyanda. Ev – yek!

Û, ya dinê, her çi jî hebe, helwesteke weha, ew li hember k’ê dibe, bila bibe, ne r’ast e, ew bêdadîyek e û t’ucar nayê efûkirin! 

Lê, eger mirov hestan dayne alîyekî û bi heşmendî bi ç’avê r’astîyê li vê helwestê binihêr’e, dê hinek r’astîyan ji hev cuda bike. Ji ber ku bersîva gelemperî ya van pirsan dê di nava şiroveyên me yên pêş me da hebin, em li vira her li ser gotina “dijminên Elî”r’awestin. 

Ev ji k’u tê?! 

Wek ku me berê jî di gotar û berhemên xwe yên cuda da nivîsî bû, ku di dema xwe da bi çi sedeman, bi çi r’ê û r’êbazan Sultan Êzîd bên Muewîyêpismamê Mehmmed Pêxemberanîne nava Êzdîtîyê, nayê zanîn, lê ji dîrokê tê zanîn, ku dema şer’ê navxweyî yê di nava qewmên P’êxember da hemû endamên malbeta hezretê Elîbi herdû lawên wî – Hesen û Huseyn va, tên kuştin... Û tê gotin, ku ew jî bi destê Êzîd bên Maewîyê pismamê wanpêk hatye! – Belê, dîrok vê dibêje! Lêbelê, ev hemû çi p’êwendîya xwe bi êzdîyan anêzdîtîyê r’a heye? 

Û, lewra jî, li vira pirs dertê holê – ma yên ku Êzîd bên Maewîyê xelîfê ereban ê îslamîkirine pîrozî û anîne nava êzdîtîyê, ev yek nizanibûne? – Helbet, em bersîva vê pirsê ji lêger’înerên pêşer’ojê r’a dihêlin (her çiqas bersîv di pirsê bi xwe da heye!). 

Lê, dîsa, heya îro jî pirsa serê hemû pirsan, ya ku pêdivîya xwe bi bersîveke r’ast û durust heye, ev e: Ma, gelo, ev hemû çi pêwendîya xwe bi êzdîyan û êzdîtîyê ra heye?...  Ev qewalên (mîssîonêr) terîqeta sofîtîya îslamî, çima ev pirsgirêka xwînî ya sedsalan a di navbera du şaxên îslamê – sunnîtîyê û şiîtîyê da, anîne û bi êzdîyan û êzdîtîyê va girêdane û îrojî bi delkû dolabên cuda evê li êzdîyan ferz dikin? Ma ne bes e, ku ji ber vê sedemê piştî rêformên bi navê Şîxadî va girêdayî, di şerên navbera terîqetên îslamê da êzdî kirine teref û dane kuştin?– Û, eger wan t’evkujîyên êzdîyan ên pey serdema Şîxadîr’a r’ast û obyêktîv binirxînin, dê rastîya wan bûyerên malwêran derê holê! 

Û, eger mirov bala xwe bidê, ev malwêranîya r’ewanî-olî, ya ku xwendevan behsa wan dikin, di eyneya wan p’irtûkan da baş tê xuyan, û ew dibe sedem, ku ne ku t’enê yên misulman, lê, her weha nûnerên olên dinê jî êzîdîyan(dîsa ne êzdîyan!) bi wan gotinên bêr’ê û nep’ak nav bikin! Û ji bo vê pirsê em divê sedeman ne ku di nava bîyanîyan da biger’in, ên ku wan gotinan dinivîsin (her çiqas gotinên wisa bi serê xwe sûcê dijî mirovîyê ye!), lê di wan da biger’in, ên ku ji bo wan gotinên bêr’ê ev sedemana bi dîrokî afirandine! 

Her çiqas, di nava hinek derdorên hinek r’ewşenbîrên k’urd da tê gotin, ku du  p’irtûkên pîroz yên êzîdîtîyê(dîsa – ne yên êzdîtîyê!) di sindoqekê da di Lalişa pîroz da tên veşartin-p’arastin, hinek jî dibêjin, ku ew (an kopîyên wan) di mûzêyûmeke Londonê da hene, lê heya naha kesekî ew p’irtûk li ber ç’avên xwe nedîtine...  

Di serpêhatîya p’eydabûna van p’irtûkan da tê gotin, ku erkdarekî dêra  kat’olîkan û zanîyarê bi netewa xwe ereb, ê bi navê Anastas Marî bertîl daye erkdarekî p’erstgeha Lalişê û kopîyên wan p’irtûkan destanîne û peyr’a jî têkstên wan weşandine... (Marie Anastas. – La decouverte recente de deux livres saccres des Yazidis // Antropos. Internationale Zeitshrift fur Volker- und Sprachen –kurde. Vol. Wienne, 1911). Û piştî du salan  Maksîmîlîan Bîttnêrê zanyarê awstrî li ser bingeha van matêrîalan p’irtûkeke bi vê sernivîsê weşandye:  Bittner M., Die heiligen Bűcher der Yeziden oder Teufelsambeter (kurdish und arabish). Wien, 1913. Ango, eger em navê vê pirtûkê wergerîni kurdî wê derê: Pirtûkên pîroz ên êzîdîyan an şeytanperestan, Vîêna, 1913.

Ma, gelo, ji bo sernivîseke weha mirov divê ji zanîyarê awstrî bipirse û wî t’ewanbar bike, an hewl bide tê bigihêîje, k’a di wan p’irtûkan da çi hatye nivîsîn, ku vî mirovî li ser bingehaa wê gihîştye nêr’îneke weha?...  

Helbet, ev jî pirseke hrêtorîk e, û bersîva wê bi xwe di wê da heye!

Û ji bilî vê, bi r’astî di serpêhatîya (an ç’îroka) p’eydabûna van p’irtûkan bi xwe da gelk pirs hene!

Tê gotin, ku ew p’irtûk bi têpên t’aybet hatine nivîsîn. – Eger wisan e, Anastas Marîyê erebê erkdar ê dêra katolîkan ew nivîsên wan p’irtûkan ên bi tîpên t’aybet ên veşare bi çi armancê wergerandine? Û ev pirseke vala nîne! K’arên weha hema wisa, bê armanc pêk nayên. Wek ku di nav gel da dibêjin –ji bo çav û birûyê belek ên êzdîyanev karê giran pêk neanîne!  

Çir’a heya naha r’êvebirya r’ewanî (r’uhanî) ya Şengalê t’u daxwîyanî yan agahîyekê nade? Eger bi r’astî ew p’irtûk li wir hene, çima mirov bi fermî bi navendeke zanistî-lêger’înî, an  înstîtûteke akadêmî r’a p’êwendîyan daneyne, wan li ser bingeha orîjînalan  kopî neke, ji bo ku pispor wan bi zanistî binirxînin û r’avebikin? – Jixwe, em di derbarê wê da nabêjin, ku ew navenda r’uhanîyê yaêzdîyan(Lalişa pîroz) divê heya naha p’erwerdeyeke erkdarên olî pêk anînbûya û pisporên xwe amade kiribûna, yên ku bikaribûna van pirs û pirsgirêkan ra bibûna bersîv! 

Û pirseke dinê jî:    

– Eger ew p’irtûk ên ola êzdîyanin û bi k’urdî hatine nivîsîn, çima sernavên herduyan ne ku bi k’urdî, lê bi erebî ne (“Meshefa Reş” û “Kitab el-Cilwa”!). Û, ji bilî wê, nivîsarên wan p’irtûkan (têk’st), ên ku paşê hatine weşandin, bûne bingeh, ku lêger’înerên bîyanî êzîdîyan (dîsa, ne êzdîyan!)  şeyt’anp’erestnav bikin! (?!)  

Û ev jî tiştekî nû nîne – di vê derbarê da lêger’înerên bîyanî êdî jzûva nivîsîne! 

Ji sedsalekê zêdetir e, di derbarê wan p’irtûkan da cîhan dizane (ji bo bîyanîyan hîç sur’ek jî nîne!), wergerên wan hene, lêger’înerên bîyanî di derbarê wan da gotar nivîsîne û îro jî dinivîsin... Lê hê jî ew hemû ji asta destpêkî ya dazanînê derbaz nebûne! Çima?

Eger mirov habûna van herdu p’irtûkan, ên bi vî şêwazî û bi vê naver’okê va baş binirxîne, wê demê dertê holê, ku p’eydabûna van p’irtûkan an pirojeyeke r’uhanîya îslamê bûye, ji bo ku bi navê êzdîtîyêr’a bilîzin, ewê heya dawîyê r’eş bikin û bi wî awahî wê t’une bikin. An jî, eger ew bi r’astî berhemên pênûsa Şêx Adî, an şagirtên wî ne, wê demê mirov dikare t’evahîya vê t’orê jî wek govenîya hebûna projeya îslamîkirina êzdîtîyêbinirxîne. 

Ma, xwe têk’nolojîyên weha yên cihêr’eng t’eze îro  p’eyda nebûne?!(di vê derbarê da – wisa jî li vir bixwînin: http://www.amidakurd.net/ku/tekst/GENGEŞÎ_ DIDOMIN).

Belê, ev nêr’îneke p’ir’ ne baş e, lêbelê, wek ku êdî hatye gotin, xwe ev li cîyekî vala yê bê bingeh p’eyda nebûye. Eger hinek bibêjin, ku hinekan şer’ û buxdanavîtine êzdîyan, ewê r’ast bin, lêbelê pirs di wê da ye, k’a k’ê ew şer’û bûxdan amade kirine? – Ma ev ferz  û nav û têrmînên erebî-îslamî, yên ku anîne nava êzdîtîyê, di wan herdu p’irtûkan da hatine t’omar kirin?! Û ev govenîya çi ye, gelo?... 

Wê demê dertê holê, ku ev hemû ji bo êzdîtîyê, wek ku di nav gel da tê gotin, şer’ û şilt’axekîneşûştî ye, lê ji bo êzîdîtîyê, wek t’erîqeteke îslamê ya sofî– na?! Û ev ji k’u tê? Eger di “Mesheva r’eş” da nivîsîbe, Melekî Tawis Ezraîle, û wisa jî di wê da navên pîrozîyênîslamêhatine r’êzkirin, wê demê em çi gazinên xwe ji xelkê dikin?...

Ma ne, mîssîonêr (qewal) û çalakvanên êzîdîtîyê, wek tarîqeteke sofîtîya îslamî, ev wisa dane nasîn. Bala xwe bidinê, wênegerê r’ûs ê sedsala XIX Mîxaîl Mîkêşîn hê di sala 1876an da wêneyekî çend binecîyên derdorên Wanê k’işandye. Û di danasîna wî wêneyî da weha hatye nivîsîn: ... Ji çepê berbi r’astê va: du k’urdên şeyt’anperest, kabardîn, çêçên û k’urdê mihemedî yên derdorên Wanê(fermo, jêderk li viraye: https://ru.wikipedia.org/wiki/Файл:Микешин_Типы_Кавказа_1876.JPG). – Û evî wênegrî jî, ev wêne 37 slan berî derketina pirtûka navborî ya Maksîmîlîan Bîtnêrêawstrî k’işandye, ango ev nav û dengê nep’ak bêyî weşana têk’stên wan p’irtûkên navborî jî di nava gelên derdoran da êdî hebûye! 

Êger em van hemûyan bi ker’î bibuhêrin, gelo ev pirsgirêkê ji holê r’abe?! Ma ne, eva ku anîne serê êzdîtîyê, tiştekî r’êal bûye, û heya hinek kes vî k’arêerebî-îslamîkirinaêzdîtîyêîro jî bi bir’yar didomînin, û ew jî baş tên zanîn...! 

Wê demê, li vira dîsa pirs dertê holê: “Ma, ev hemû çi pêwendîya xwe bi êzdîyan û êzdîtîyê ra hebûye û îro jî he? – Nîne! Lêbelê îro hinek kes evî k’arê malwêranîyê – yê îslamî-erbkirinaêzdîyan û êzdîtîyêbi bir’yar didomînin. 

Û eva pirsa her ji ber wê bi êzdîyanr’a têk’ilîdar e,  ji ber ku ew, ên ku îro bûne êzîdîyên sofî, berî wê êzdî bûne û bi r’êya propaganda erkdarên îslamê û wan p’irtûkan dest ji ola xwe k’işandine û bûne sofîyên îslamî?!

Wê demê, divê gel bi xwe di nava xwe da hêz û bi bir’yarbûnekê bibîne û ji van kesan r’a, yên ku  ji bo êzdîtîyê ûêzîdîtîyêt’evî hev bikin, li ser qube û p’erstgehên êzdîyan sembolên îslamê datînin û dibêjin, kuêzdîtîola “kurmancîaxêv û erebîaxêvan”e r’awestîne. Divê gel bi xwe ji wan r’a bibêje:“Êdî bese, we çiqas bi vî gelî û bi vê olê lîst, bes e, rawestin!Helbet, eger ev civaka îzdîyan li ber vê êkspansîya îslamkirinê êdî têk neçûye û destda nebûye!”   

Amîda Kurd: Mamoste, biborîne, ji bo ku ev hemû baş bê têgihîştin, ji kerema xwe re, pirsekê jî ravebike. Te demekê berî naha tiştek got, pir bala me kişand. Te got, ku “... li şûna Mêrê Tav û Sîyê,MelekîTawisan Tawisî Melekdane bikaranîn”. Te dikaribû li ser vê pirsê hinekî bi hûrbînî rawestyayî? 

Ezîz ê Cewo:Belê, helbet, ji bo wê, ku heya dawîyê têgihîştina cudahîya di navbera êzdîtîyê ûêzîdîtîyêda pêk bê, jixwe ev pirseke navendî ye.

Bala xwe bidinê, di wê têk’sta “Mesheva r’eş”da, ya ku îro di weşanên cuda da heye, çi tê gotin: II. Ȓoja yekem, dema Xwedê karê xwe yê afrînerîyê pêk tanî, yekșem bû. Xwedê melekê bi nave Ezraîl afirand. Eva melek’a Tawis e — ĥuk’mdarê ĥemiyan e!” – Dibe ku ev gotinana ji bo yeke/yekî misulman heya r’adeyekê bên têgihîştin, normal bên dîtin û   p’ejirandin. Lê yeke/yekî hema piç’ekî bîna êzdîtîyêji cîjhana wî ya r’ewanî (r’uhî) bê, dê destxwe da li bal wî pirs derê holê: “Ezraîlbi xwe navekî ne k’urdî ye û têgeha wê jî ji îslamê tê. Gelo çi p’êwendîya wê p’eyvê bi êzdîtîyêr’a heye?” – Û ewê  mafdar be! Binihêr’in, p’eyva Ezraîl (عزرائیل) navê melek’ê mirinê ye – ruhistîne... Ango çi dertê – Xwedê melek’ê mirinê kirye hukumdarê hemûyan? = Helbet, ev pirsa ezdazanan e, û bila ew bersîva vê pirsê biger’in. Lê em naha bên ser navê Tawisî Melek’ an Melek’î Tawis. Bala  xwe bidinê li vira hem  p’eyva Tawis, hem jî ya Melek’ne k’urdî ne – ew herdu jî erebî ne, û t’u pêwendîya xwe bi ola êzdîr’a nînin. Em wê r’astîyê li hêlekê dayninin, ku ew ç’ivîka xweşik û bedew ne di K’urdistanê da, ne jî di Îranê da nînbûye, lewra jî navê wê yê îranî-k’urdî nikaribûye hebe û nîne. Ango ew xerîb e. Û lewra jî îro piştî hatina îslamê navê vê teyrê yê erebî – Tawis(طاووس) di nav gelên misulman da tê bik’aranîn. Lêbelê,  berî îslamê ev teyra di nava gelên iranî da wek teyra çînî (sînî) hatye zanîn – sinamarg(avêsta – saēnô-mәrәγô; pehlewi – sēn-i-murūk; farsi – سیمرغ/sīmurγ; kurdî – sîmir(, ango, sinamargp’eyveke têk’el e, ew ji p’eyvên sîn (çîn)û marg/morγpêk hatye – ango, çûka/teyra çînî... Û bi vî awahî bi nîgara ç’ivîka çînîya xweşik wat’eya pîrozîyeke me xeyîrandine, kirine tiştekî dinê û wat’e û naver’okeke dinê danê... Lewra jî, yeke/yekî hema hinekî têgihîştina xwe bi êzdîtîyê hebe, dê bipirse: “Ma ev ç’ivîka xweşik çi p’êwendîya xwe melek’ê mirinê (r’uhistîn), û, bi giştî, melek’ê mirinê jî bi êzdîtîyê r’a heye?...”  

Min berê  jî bihîstibû, di nav gel da dihat gotin: Mêr-milyak’etê Tav û Sîyê, Mêrê Tav û Sîyê, Xwedayê Şev û R’ojê, Mêr-milyak’etê Şev û R’ojê. Piştî demekê, 15 sal berê min hem di nava k’urdênBakûr da, hem di nava yên R’ojava da ev gotinana û yê weke van bihîstin. Lê, bi r’astî, çi gunehê xwe veşêrin, wê demê wan gotina zêde bala min nek’işandin, û min zêde wat’e neda wan... Paşê, dema ku ez bi pirsên ola êzdîva mijûl bûm, evê pirsê dem bi dem r’û dida, û bersîva xwe dixwest: “Melek’î Tawis û Melek’ê Tav û Sîyê, Xwedayê Şev û R’ojê û têgehên dinê yên bawerîyê, gelo di êzdîtîyêda heman pîrozînînin?” Lêger’înê êtîmolojî, û yên pirsên erka pîrozîyên olî her ez berbi bersîvekê va dibirim – belê, ew hemû yek in! Û ez bê r’awestan, bi baldarî di nava civakê û zargotina gelêrî da govenyekê diger’yam, heya ku piştî  demekê p’irtûka“Ayîn û qirarê dînê  êzdîtiyê. Zargotina şêx Xelîfê Şemsanî”k’ete destê min. Ev di dema xwe da r’ewşenbîrê k’urd K’eremê Anqosî ji zarê Şêx Xeloyê Elîgirtibûye, peyr’a ew derbazî ser k’axezê kiribûye û sala 2001ê di bajarê T’bîlîsîyê da wek p’irtûk weşandye...   

Û, tiştê balk’êş di vê p’irtûkê da ew e, ku, her çiqas, Şêx Xeloyêbihuştî di mala şêxan  da gihîştibûye, ewî li ber destê oldarênêzdîyanli ser bingeha bîrûbawerîya Şîxadî p’erwerdeya olî dîtibûye, lê dîsa jî şopên bawerîya pêşîyên êzdîyana r’esen di wê p’irtûka wî da li ber ç’avan in... Ji ber ku ev p’irtûk, wek ku her berhemeke zargotina gelêrî, hêjayî lêger’îneke zanistî ye û ez bi bawer im, ku dê dema pêş me da pisporên berê xwe bidine wê, ezê li vira her bala xwendevanên hêja vexwînim ser du tiştan.   

Weha li ser r’ûpelê 13an ê vê p’irtûkê em van gotinên bihuştîyê kekê Xeko dixwînin: “...Ew teyrê Enqer, Dur` ser piştê Melekê Tav û Sîyê yanê Roj û Hîvê. Pêra dibêjin Tavûsî Melek. ...” 

Lê li ser r’ûpelê 15an kekê Xelo dibêje: “Melek Adî Şemsanîyê ra bav e. Melek Adî di Lalişê da Şems, Ferx, Sica, Nasir ji nûra xa dîhar kir. (Eva nava h`emû xeber û navê erebîne, sirmaniye. Navê eslî başqe ye). Dibêjin: Şemsê Adiya, Ferxê Adiya....”. – Bala xwe bidinê, şêxê êzdîyan, ê ku p’erwerdeya r’ewanî li ser bingeha bîrûbaweîya Şîxadî dest anye, dibêje, ku: “... Eva nava (ango, nav û têrmînên ola êzdî. – E. C.)h`emû xeber û navê erebîne, sirmaniye. ....”– Û bi vê gotina xwe ya kurt û kurmancî kekê Xelo yê bihuştî t’evahîya r’astîya serdema êzdîtîyêya Şîxadî r’axistye ber ç’avan! 

Her, pêwîst e, ku mirov bikaribe vê bibîne û r’ast r’ave bike!

Û ji bilî vê, van demên dawîyê di întêrnêtê da (Youtube) bernameyeke têlêvîzîona Ermenîstanê parvekiribûn. Di wê da civaka êzdîyan wek nexşekî Ermenîstanê didin nasîn... Helbet ev bername, sedemên amadekirina wê, wek p’eyamekê, bi serê xwe pirseke balk’êş e, lê di vê bernameyê da ya ku bala mirov dik’işîne ev e: r’ejmaegereke ciwan a TV a  Ermenîstanê bernameyê pêşk’êş dike, û bi alîk’arîya oldarekîêzdîû pîrekeke ermenî ya dinê ola êzdîyandide zanîn. Û dema digihîjin pirsa sembolên êzdîtîyê– R’ojê û Melek’î Tawis, ew pîreka p’eyva Tawisî Melek’weke xwe weha şirove dike: Melektê wat’eya freştê, lê Tawis – ango sîya tavê (?!)... Em werger û şroveyên wê yên derdorên r’astîyan vê vê p’eyvê daynin hêlekê (ku sîya tavê nikare hebe!), her bêjin, ya balk’êş ew e, ku wî navî bi teyra tawis va girê nadin û bi wê şirove nakin, her çiqas dibêjin, ku ew sembola wê ye... ( https://www.youtube.com/watch?v=kilTMvR1KII&t=390s)...

Ev hemû govenîya wê yekê ne, ku, her çiqas kirasekî îslamî li stûyê ola kevnar a gelê k’urd – êzdîtîyêdanîne jî, hemû nav, têrmîn û têgehên wê erebî-îslamîkirine, lê yek e, zîlên r’esenîya pîrozîyên vê olê didin der û derdik’evin r’onahîyê... 

Û, lewra jî, eger em îro r’abin û êzdîtîyêt’enê di nav goveka r’êform û guhar’tinên Şêx Adî da  binirxînin, emê bi wê yekê dîrok û şaristanîya gelê xwe ya dewlemend a hezarê salan binax bikin, û ew dewlemendîya şaristanî ya gelê me wê bê şop winda bibe...  

Ji ber wê jî, heya me nikaribûye r’ehên vê bêdadî û nep’akîya dîrokî ya hember êzdîyan (û hemû gelê k’urd) bibînin, ji me nehatye, ku em li ser bingeha daneyên pêbawer wan derew û şer’û şlt’ax û buxdanan bi bingeha wan va bi zanistî r’ed bikin û r’astîya dîrokî dernexin holê û jîndar nekiin, emê nikaribin bi cîhana mayîn r’a, wek t’erefdarên vê ola kevnar û  bîrûbawerîya wê ya bêhemp’a biaxivin. Emê nikaribin bibin xwedîyên mîrasa wê çanda kevnar û wê şaristanîyê, ya ku hebûna gelê k’urd ê p’ir’mîllîonê ye...

Amîda Kurd:Gelekî spas, mamosta, ji bo şirove û nirxandinên balkêş, ji bo wan agahî daneyên nû. Em evî rûpelê hevpeyvîna xwe jî bigirin û heya hevdîtina di rêzê da xatirê xwe ji hev bixwazin!

Lê ji bo xwendevanên xwe yên nû jî em dîsa navnîşanên xwe datînin, ji bo ku ew bikaribin pirs û nêrînên xwe ji bo me bişînin:

Mahabad Felat:m.felatarda@gmail.com

Ezîz ê Cewo:mamaziz@yandêx.ru  

Gulana 2019an