1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mihemed Ronahî
  4. ÊLAS EFENDÎ- ENWER KARAHAN
ÊLAS EFENDÎ- ENWER KARAHAN,êlas,efendî,enwer,karahan

ÊLAS EFENDÎ- ENWER KARAHAN

A+ A-


Mihemed RONAHÎ

 

Kitêba me ya îro berhema Enwer Karahan ya bi navê Êlas Efendî ye. Enwer Karahan nivîskarekî hêja ye û xwediyê Kurmanciyeke rewan e. Ji ber ku ez wî ji nêz ve nas dikim haya min ji şarezabûna wî ya kurmancî heye lê digel vê yekê jî di berhema wî de gelekî şaşî û çewtî hene. Ez dixwazim derbasî nirxandina romanê bibim.

 

 

1- Ya ku ewil divê meriv bêje edîtor û redaktorên romana wî nîn in. Dibe ku sedema çewtiyên nivîskî û mantiqî ya sereke ev be. Ji ber ku meriv her çiqas şareza be jî pêdiviya meriv bi çavekî din heye û mixabin di vê romanê de çavekî din nîn e. Ango ne Serrastker ne jî rastnûsê wî heye ji ber vê jî gelekî kêmasiyên vê romanê hene.

 

 

2- Roman behsa rewşa Kurdistanê ya dema avabûna Komara Tirkiyê dike û heya Xoybûnê tîne. Bûyer li herêmên Mêrdîn, Amed û binxetê derbas dibin. Hinek şexsiyetên navdar yên wê demê hene û mijar li ser têkoşîna rizgarî, kezebşewatî û îxaneta Kurdan e.

 

 

3- Tevna romanê meriv têdigihîje ku bi awayekî bihîstbarî hatiye avakirin, ango nivîskêr li hinek deran guhdariya hinek meseleyan kiriye û ev mesele kirine roman. Helbet tevnsazî jî heye lê piranî bihîstbarî ye. Wisa xuyaye.

 

 

4- Di berhemê de ji ber ku nivîskêr devoka xwe ya resen bikar neaniye hinek xeletî çêbûne. Nivîskar tewanga derveyî bikar aniye wek mîna gotiye "Êlasî çû filan derê bêvan derê" lê ji ber ku herêma nivîskêr biyaniyê tewanga derveyî ye meriv têdigihîje ku nivîskar zor daye rastnivîsê û ji ber vê yekê jî gelek caran tewang bixwe tewandiye. Ketiye xeletiyan. Li derekê gotiye "Çûye cem qaymakêm" li derên din tevan tewangên derveyî bikar aniye vêya jî hiştiye ku zimanê wî rijî bimîne. Di eslê xwe de nivîskar di axaftina Kurdî de şareza ye lê mixabin vê şarezatiya wî xwe nedaye berhemê.. 

 

 

5- Dêrikiyên me gelekên wan nikarin xwe ji forma dêrikiyê xelas bikin. Axir kekê Enwer jî di berhema xwe de ketiye vê xefkê. Wek mînak gotiye Ez hevalê te mim, ev yek xeletiya herêma Dêrikê bi tevahî ye û di berhema xwe de nivîskar jî ketiye vê xeletiya rastnivîsî û gramatîk.

 

 

6- Di warê kêşana deman û cînavkan de jî xeletî di nav kitêbê de hene. Wek mînak negotiye "Wî newêrîbû bigota" li şûna wê gotiye "Ew newêrîbû bigota."

 

 

7- Ez tevahiyên van xeletiyan disipêrim bêserastkerî û bêrastnûsiya berhema wî. Em tev di van waran de dikevin kêmasiyan lê gava çavekî din li berhemê binêre dikare şaşiyên meriv nîşanî meriv bide.

 

 

8- Berhem di warê Kurdperweriyê de têra xwe dagirtî ye û wek nîşaneyeke dokumanterî ya wan deman e. Ji avabûna komara Tirkiyê heya dema Xoybûnê hinek bûyerên herêmê zelal dike. 

 

 

9- Hest û dest û dilê kekê Enwer Sax bin.


Gotinên miftehî :