1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Jin Jiyan û Ol -2-
Jin Jiyan û Ol -2-,jin,jiyan,û,ol,2

Jin Jiyan û Ol -2-

A+ A-

 

Mahabad Felat 

Jinê, navê xwe ji afirînerî û avakariya xwe girt. Jin jîn bû, bingeh, sedem û armancên jînê ava dikir. Mêr, ji ber hêza xwe ya fizîkî, ji bo êrîşan bû û armanca êrîşan bû. Mêr, ji bo mirinê bû û navê xwe ji mirinê girt. Mirovahiya ku li hemberî rûdanên xwezayî û canewerên din bê hêz û rêbaz û bêyî pergal bû, xwe bi van taybetmendiyên jinê ve girt û ji ber van taybetmendiyan jin hate pîrozkirin, pîrozdîtin. Li gel hemû tirs û tengasiyên jiyanê jî, her tişt di nav xwezaya xwe de bi pêş diket. 

 

Heya mêr bi hêza xwe ya fîzîkî hesiya, li hemberî jinê ket nava kompleksan û giyana xwe di nav van hestên neyînî de jidand, tengav kir. Bi her tengavekê re, daxwaz û lêgerîna hilmek xwe dide der. Mêr, bi ramana alternatîfeka li dijî hêza jinê, ketine nava lêgerîneke şaş. Lewre ev lêgerîn ne ji bo parvekirineka hevpar a jiyanê, lê ji bo şikandina rola jinê, serdestiya li ser jinê û pêre jî ya li ser civakê bû.

 

Mêr, ji aliyê kontrolkirin û terbiyekirina hestên xwe ve jî ji jinan lawaztir bûn. Ev ji ber xurtbûna wan a fîzîkî wisa bû. Lewra dema aliyek xurt be, aliyekî din kêm an lawaz dimîne. Dijberî mêran jin, her çendî bi fîzîkî lawaz bin, bi vîn, afirînerî û avakariya xwe ve, bi hestên xwe ve xurttir bûn û tişta wê serdemê ji bo mirovan bi kêr û baş bûn jî, ev taybetmendî bûn. 

 

Mêr bikaribûna û bizanibûna hestên xwe di bin kontrola xwe de bihêlin, dê her tişt di nav xwezaya xwe de bi pêş biketana û wê demê dê pêdivî bi olan û bi çîrokên kenê zarokan pê tê nemabûna. Mirovahiyê eger bixwesta ji tiştekî bawer bike jî, dê ev ne li ser bingeha daxistina hêza nîvê civakê bûna. Dema moravahî xwediyê xwe û wê potansiyelê û wê tevgerê bûna jî, dê jiyan û pêşkeftina mirovahiyê di asteka pir cuda û pir pêşketî de bûna. Lewra ol, navê şikandina dînamîzma jinê û pêre jî ya civakê ye.

 

Bi çîrok û xurafeyên olî, hêza jinê hat şikestin. Ji xapandina Adem ji aliyê Hewa ve dest pê kir, heya bi afirandina Hewa ji parsûyên Adem çû. Her du çîrok jî di nav xwe de xwedî nakokiyên grîng û balkêş in. Bi van nakokiyan ev ol çewa hatine honan û bi hezarê salan li ser mirovan desthilatdar bûne, hêjayî lêkolîneke civakî, dîrokî, zanistî û felsefî ye. Lewre eger Hewa Adem xapandibe, mîsyona Adem û serdestiya wî ya li hemberî Hewa li ku derê ma? Adem çewa bi jineka ku ji parsûyên wî hatiye afirandin xapiya? Eger li gel vê hêza xwe ya mezin jî bi Hewa xapiya be, ev sûcê Hewa ye an sûcê Adem e? Lewre bi sûcdarkirina Hewa, Hewa li hemberî mirovahiyê deyndar tê derxistin. Tewana avêtina ji buhuştê dikeve stuyê Hewa û Hewaya ku ji parsuyê Adem hatiye afirandin, êdî neçar e heta bi hetayê di xizmeta Adem, ango ya mêrê de be. Armanc ji tewanbarkirina Hewa jî jixwe ev e lê kesek nayîne ser ziman ka Adem çewa xapiya û ev wê demê dibe sûcê kê? Ango têgihiştin, zanîn û vîna Adem li ku ma?

 

Ji bilî vê, Xuda ji bo Hewa ji bin fermana Adem dernekeve, serî hilnede wekî Lîlîthê, Hewa ne ji axê lê ji parsuyê Adem diafirîne. Hîn ji afirandina jinê ve, jin bi xizmetkariya mêrê hatiye erkdarkirin. Ango jin, ji bo xizmeta mêrê hatiye afirandin. 

 

Baş e eger wiha be, ev Xuda çewa dikare bibe Xudayê hemû caneweran? Xudayekî ku cudahiyê bike navbera cenewerên ku bi xwe afirandiye, dikare adil û bêalî be? Di çîroka Adem û Hewayê de, ji bo daxistina kesayetiya jinê, bi kesayetiya Adem jî tê lîstin lê qala wê nayê kirin û afirîner, ango Xuda dikin alî û aliyê mêrê. Ango Xuda Xudayê mêran e li gor vê çîrokê. 

 

Di vir de dive qala Lîlîthê û têkoşîna wê bê kirin ku me ev beriya demekê di amîda de jî weşandibû. 

 

Lîlîth:

 

http://www.amidakurd.org/ku/nuce/Li_gor_efsaneyê_jina_beriya_Hawa_Lîlîth

 

 

Patriarchy (Bavsalarî) 

Ramana patriarkat, patriarchy an jî bavsalarî, ji bo ewlehî û xurtkirina desthilatdariya xwe, bi rêya olê xwe ji nîvê civakê rizgar kir. Lewre ne pêkan bû desthilatdariya bavsalarî hemû jinan wekî fîzîkî ji holê rake û jixwe ji bo berdewamiya jiyanê, jin diviya hebûna. Lê mêr, ji bo ewlehiya desthilatdariya xwe jinê her tim wekî hêzeka ku divê bê şikandin û serpêlkirin nirxand û li gor vê nêrînê jî tevgeriya. 

 

Îroj gelek jin herî kêm bi qasî mêran bi olê ve girêdayî ne, ji bo olê xizmet, kar û xebat dikin û dikarin ji bo olê bimirin jî. Li gel ku ol, bi taybet jî ola îslamê, li ”cîhana wî alî” ango li buhuştê jî jinê bi her awayî dike xizmeta mêrê û jin her û bi tenê objeyeke zayendî ye. Bi gotineka din, jin, ji bo mêr bikaribin bi her rengî wan bikar bînin û laşê xwe asan bikin hene. Li gel vê rastiyê jî, jinên bi olan ve girêdayî ne, xizmeta xwe pirê caran ji mêran dilsoztir, ”pak”tir û jidil û jêhatîtir jî pêk tînin. 

Çima? Lewre di xweza hebûna her canewerî de ev heye. Dema şikest û pêre jî serî pêl kir, giyan pêre vediguhere, ji rastiya hebûna xwe bi dûr dikeve û êdî ji bo xizmetê û karpêkirinê heye. Piştî demekê êdî ew giyana kole rûdinê û dibe evîndarê ”xwediyê xwe”. Kedî dibin. Di xwezayê de û di nav hemû caneweran de kedîbûn di wateya ji xweza û rastiya xwe dûrketin û serpêliyê de ye. 

 

Giyan dema azadiya xwe wenda dike, ji xwe bi dûr dikeve, piştî demekê jî bi temamî vediguheze, êdî lixweveger bi hêsanî ne pêkan e. Divê şoreşek, veguherîneke bingehîn ku bikaribe wê giyanê seranpê bihejîne, bibe. Dîsa jî ne teqez e ku dê ew giyan bikaribe wekî berê bi ser xwe ve were. Lê bi veguherînê re, di nav demê de, di nav pergaleke rast de û bi perwerdeyeke rast, nifşên nû dê teqez li gor rastiya xwe şîn û geş bibin. Ev jî, aliyekî din ê xwezaya caneweriyê ye. Tişta rê li ber tê girtin jî ev e û ol di rizandina vê zeviyê de rola sereke dilîze, da jin li ser rastiya xwe ya xwezayî, car din ji nû ve şîn neyên. 

 

Piştî desthilatdarî û pergala bavsalarî bi rêya olê xwe ji jinê rizgar kir, di nav demê de jin bi dilê xwe êdî bû xizmetkara vê pergalê. Lê jinên ku li dijî vê pergalê serî hildan, têkoşiyan, xwe birêxistin kirin jî her tim hebûn û car caran bandorên mezin jî kirin. Mînakên wê di nav civaka kurd û ya gelên din de jî gelek in, lê ev jinên serhildêr her tim bûne armanca êrîş û kiryarên qirêj, faşîzane û hovane yên pergala mêrane(!). 

 

Pergala bavsalarî, bi piştgirî, xurafe û tezên derzanistî û dermirovahî û bi hewldan û kiryarên taybet ên olê, dîsa bi hemû derfetên di bin desthilatdariya wan de, bi tirsandin, zordestî û her cure rêyên dermirovahî, jinê wekî objeyeke zayendî derxiste pêş û pêşkêşî civakê kir. Di nav demê de, ev nêrîn û nêzîkayî jî wekî gelek tiştên din di nav civakê de rûnişt. Piştî demekê, ji bo jin bikaribe di nav mengeneya vê pergalê de neyê hêrandin û hinekî cî ji xwe re veke da bikaribe hilmek bigire, ango ji bo bikaribe bijî,  ji bikaranîna jinaniya xwe pê ve tu rê jêre nehat hiştin, heya ev di nav gelek civakan de bû mîna çandek.

 

Bi vî rengî nîvê civakê ket nav çerxa pergala bavsalarî, lê ji bo xwedîlêderketin û xwarina keda tevahiya civakê, kesên vê pergalê bi rê ve dibirin, pêdivî bi daxistin û kontrolkirina nîvê din ê civakê jî didîtin. Di vir de jî dîsa heman rêbaz hatine bikaranîn. Jin kirin objeyeke zayendî, ajoyên mêran derxistine pêş, wan bi ajoyên wan ên zayendî ve girê dan û jinan wekî diyariyeke Xudayî, dane pêş wan, kirine nav xiyal û armancên wan. Nîvê mayî yê civakê jî, bi vî rengî hate xesandin, kedîkirin û kete bin kontrola pergalê. Ev êdî hema bêje ji bo hemû civakan bû çandek. Di civaka kurd de jî, stranên mîna “Sêvê gundê me biha ne werin sêva” ne kêm in û ev îroj jî pir normal tê dîtin û tê gotin, jin û mêr bi hev re li ber van stranan govend digerînin. Lewre jin pir xweşik in, têne xwestin, xiyalkirin, mêr li ser wan dîn û har jî dibin, lê di dawî de malê kirîn û firotanê ne, objeyên seksê ne ku dixwazin bêne bidestxistin. Lewre jin bêyî vîn, bêyî dil û bêyî mêjî ne di nêrînên ji aliyê pergalê ve hatine normalîzekirin de.

 

Di civakên modern de jî her çendî rola olê relatîv ji holê rabû be û normên demokratîk bêtir li pêş xuya bikin jî, di rastiyê de, di nêrîna rola jinê ya li vê jiyanê de tu guherandinek tuneye. Jin objeyeke zayendî ye, ji bo seksê. Jin jî bi vê rola xwe razî û dilxweş e û li gor ve tevdigere, hemû jiyana xwe li gor vê nêrîn û nêzîkahiyê dihone û direngîne. 

 

Didome


Gotinên miftehî :