1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mihemed Ronahî
  4. Kevirên Şewitî- Weysî Ulgen
Kevirên Şewitî- Weysî Ulgen,kevirên,şewitî,weysî,ulgen

Kevirên Şewitî- Weysî Ulgen

A+ A-

Mihemed RONAHÎ

Romana Kevirên Şewitî romana birêz Weysî Ulgen ya duyem a bi Kurdî ye. Beriya vê romana xwe romaneke bi navê "Dîroka sar hêviyên germ" nivîsîbû. A rastî di herduyan jî birêz Ulgen rîskeke mezin hilgirtibû ser xwe ji ber ku mijarên herdu romanan jî hê nû bûn û hê av li ser xwe zelal nekiribûn. Nivîsandina bûyerên guncav ne hêsan e bi ya min ji ber ku hê birînan kew negirtine û zelaliyek çênebûye, lê kekê Weysî di van rîskên wan dîsa jî xwe lê ceribandibû. Romana wî ya ewil li ser Mehmet Tûnç û bodroma Cizîrê bû. Bi rastî jî tevnsaziyeke muazzam li dar xistibû û wê demê min kurtasî li ser wê romana wî nivîsîbû. Niha jî ez ê li ser Kevirên şewitî binivîsim. Bi rastî jî vê romana nivîskêr dihêle ku meriv careke din jî bêjî bi rastî jî roman belgenemayên herî mezin yên dîroka neteweyan in.

 

1- Roman çîroka xwe ji bûyerên Sûrê digire. Ango behsa şerê xendekan dike.Ne tibhê min e ku ez naverokên berheman binivîsîm ji ber wê jî ez ê bi çîrokê de neçim.

 

2- Romannûs şerê xendekan û berxwedena Gezî'yê bi awayekî gihandiye hev û herdu piçek be jî dane ber hev. Bi vê yekê re di heman demê de tevgera Kurd û çepgirên Tirk jî berawird kiriye li aliyekî.

 

3- Roman di nav demê de diçe û tê yek caran diçe paşerojê û daneyan ji paşeroj û zarokatiya lehengan dide yek caran jî tê dema nihayîn. Ez dikarim bêjim ku nivîskarê me derbasbûnên di nav deman de bi hostetî rêsandiye û hiştiye ku mijar zelaltir bibe. Bêyî ku meriv aciz bike. 

 

4- Gava meriv berhemê dixwîne nivîskar bi meriv dide hîskirin ku dema Sûrê pir tesîr li ser ruhê wî kiriye û bûyerên wê demê an li kaxizekê an jî li mêjiyê xwe nîşe daye. Wek mînak tu ji kitekitên wek berjewendîperestî û çavnebariya xwediyên erebeyên barkêşan bigire, heya bûyer û çalakiyên wê çaxê tev yek bi yek dîsa li pêş çavê meriv şênber dibin. Bi xwendina kitêbê re ew roj wek îro hatin pêş çavê min.

 

5 Roman di nav Stenbol û Amedê de diçe û tê. Lehengê me yê ku ji ber şert û mercên wê demê, ji ber mirinê reviyaye çûye Stenbolê li wir dewlemend bûye û ji xwe re jiyaneke baş ava kiriye lê mixabin nikaribûye Amedê ji hişê xwe der bixe û serê wî tim bi ser welatê wî ve xar bûye. Ji ber wê jî dema şerê Sûrê destpê dike lê dixe tê Amedê. 

 

6- Her çiqas roman li ser şerê Sûrê hatibe nivîsîn jî di eslê xwe romaneke evînê ye. Evîneke berê û yeka nihayîn di ber xwe didin di hişê leheng de. Leheng evîna berê tu car ji ber dilê xwe neavêtiye ya nihayîn jî tu car li dilê wî rûneniştiye. Digel ku di romanê de dilê lehêng li ser du jinan e jî bi meriv dide fam kirin bê ka mesele çi ye û eslê meseleyê çi ye. 

 

7- Roman bi çîroka kalê pîr destpê dike. Di serê romanê de Sofiyê nod û pênc salî nexweş e û meriv dibêje dê niha bimire. Lê her kes dimire ew dimîne. Ev jî wek metaforeke serkeftî hatiye bikar anîn. Li aliyê din dara tûtirşkê, xaniyê kevirîn yê bi hewş û şêniyên hewşê wek metaforên serkeftî di romanê de xwe bel didin.

 

8- Nivîskar tenê wek wêjekerakî bi vegotina çîroka romana xwe re mijûl nebûye di heman demê de lehengên şer û rola dewletê, tundiya wê jî bi wêrekî tevn kiriye. Li vir hestên xwe yên welatparêzî nekiriye bi qurbana tirsê û xwestiye ku rastiya ber dilê xwe bi wêrekî birijîne. 

 

9- Di romanê de gel ku kekê Serwet Denîz redaksiyon kiriye û Mehmet Çakmak edîtorî kiriye jî hinek şaşiyên rêzimanê hene lê ne zêde beloq in. Weşanxaneyê dikaribû baldariyeke hêjatir bida berhemê. 

 

Vê romana ji ber ku belgenmaneya qonaxeke bakurê Kurdistanê ya girîng e divê îllem were xwendin. 

 

10- Ez wek xwendekar û hezkerekî wêjeya Kurdî dibêjim dest û hest û dilê te sax be Weysî Ulgen û tu ji me re her binivîsî.


Gotinên miftehî :