1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. OL, PERGALÊN SERDEST Û KESAYETA BENDE
OL, PERGALÊN SERDEST Û KESAYETA BENDE,ol,pergalên,serdest,û,kesayeta,bende

OL, PERGALÊN SERDEST Û KESAYETA BENDE

A+ A-


Mahabad Felat

Di civakên nirxên demokrasiyê nas nekirine yan jî van nirxan nedane rûniştandin û nekirine weke çandekê de bi gelemperî kesayetiyên serbixwe û azad nagihêjin.

 

Her pergal û bawerî li gor armancên xwe sînoran diafirîne. Têgihiştina kesên bi van ol û pergalan ve girêdayî, nikare ji van sînoran derbas bibe. Kesayet çendî hatibe girêdan, çendî bende be, ewçendî jî muhafezekar e û di helwest, têkilî, kiryar û rawestanên xwe de jî, ew çendî hişk û serhişk e, natewe. Ev kes, her di nav hewldanên tengkirina sînorên heyî de ne. Lewre, xwe û ol, îdeolojî û pergala xwe bêtir di nav ewlehiyê de dibînin wê demê. Lewre ev tirsa wan a herî mezin, sedema man û nemana wan e. Jiyaneka ji ya heyî bêtir ne dizanin, ne jî dikarin bijîn. Ev jî vê rastiyê rave dike ku, çima ev kesayet li hemberî tişt, kes û rûdanên ji derveyê xwe ewçendî bêperwa û bêpîvan in.

 

Birêvebirin, pêdanebawerkirin, birêxistinkirin û wekî hêzeka civakî ya çewisandinê, bikaranîna kesayetên bende, pir hêsan e. Kesayetên bende û ne serbixwe û ne azad, sedema man û nemana pergal û olan in. Loma ku hemû pergalên civakî, ol û îdeolojî dixwazin kesayetên bi xwe ve girêdayî biafirînin. Piştî wê, tişta derbasdar psîkolojiya keriyê pez e û encamên wê ne. Êdî binyateka civakî ya tişta ji aliyê pergala serdest ve jê tê xwestin pêk tine, van wekî armancên xwe yên sereke yên vê jiyanê dibîne û hemû bedêlên encamên van daxwazan bi dil û can dide heye. Êdî pergal, berê wê civakê bi ku ve bixwaze bi hêsanî dikare bi wir ve bizivirîne. Mînakên vê rastiyê di dîroka mirovahiyê de gelek in. Lê di dîroka nêz û ya niha de serdema Naziyan û faşîzm û dîktatoriya dewleta tirk a îroyîn du mînakên herî balkêş û pêş in.

 

Kesayetiya bende, di rastiya xwe de kesayetiyeke heramkirî, berederkirî ye. Ji xwe bidûr ketiye û kêmasî, valahî û şikestina vê rastiya xwe pir kûr dijî. Lê li gel vê jî, rastiya xwe naxwaze bibîne û bipejirîne. Lewre di nav tirseka mezin de ye ku ji derveyî pergala ew bi xwe ve girêdaye bimîne. Loma jî, timî di nav hewldaneka mezin a xwenîşandan û îsbatkirinê de ye. Rewşekî wiha tevlîhev û şolî dijî û ev rewş dike ku ev kes, her kesên din û sazî, rêxistin, tevger û rûdanên ji derî pergala xwe, ji bo xwe û pergala xwe, wekî dijmin bibîne. Loma jî, ji bo ewlehiya pergala ku bûye reben û bendeyê wê, divê hemû dijmin bêne tunekirin. Dema têgihiştin ev be, hemû gav û tevgerên bi vê têgihiştinê ve girêdayî têne avêtin jî, bêtir mirovan û nirxên mirovahiyê dikine armanca êrîşên xwe. Ev rewş bi sedê salan e û bi taybet jî îroj li Kurdistanê bi hemû giranî û erjengiya xwe ve, bi komkujî, talan, ji cî û war kirin, destdirêjî û her cure hovîtî tî jiyîn. Li gel ku jiyana mirovan nirxa herî mezin e, mirov bi her cure kiryarên hovane yên wan dikine şûna netutiştî re, rû bi rû dimînin.

 

Tu girêdana kesayetiya reben û bende bi kariyer û zanîna wan a akademîkî re nîne. Lewre min di gotara xwe ya bi sernavê ”Zanîn û têgihiştin” de jî gotibû; zanîn û têgihiştin wekî cudahiya navbera nihêrtin û dîtinê ye. (http://www.amidakurd.org/ku/tekst/ZANÎN_Û_TÊGIHIŞTIN)
Lewre zanîna ku xwe negihîne yekbûyînî û hevpariya jiyanê û li ser wê bingehê şîn nebe, dikare bibe çekeka herî metirsîdar a li dijî jiyanê.

 

Mirov jiyanê, ji ber tênegihiştiniyê têk dibin. Mirovên têgihiştî, li hemberî tênegihiştiniyê mertal in û bijîşkên jiyanê ne, birînên vê jiyanê derman dikin, dikewînin û dibine bedêl.

 

Çareserî, rê û rêbaza xweşûştina ji vê kambaxiya negihiştina kesayetên serbixwe û azad, bi tenê bi perwerdekirina nifşên nû bi nirx û pîvanên demokrasiyê ve pêkan e. Divê neyê jibîrkirin ku ol, ji destpêka xwe ve û heya îroj, bûne astenga herî mezin a li pêşberî van nirx û rûmetên demokratîk û pêşkeftina kesayetiyên serbixwe û azad.

2019/11/09