1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mihemed Ronahî
  4. Romana "Hespên Hesinî" ya Ulku Bîngol
Romana "Hespên Hesinî" ya Ulku Bîngol,romana,"hespên,hesinî",ya,ulku,bîngol

Romana "Hespên Hesinî" ya Ulku Bîngol

A+ A-

Mihemed Ronahî

Çawa ku di nav beşên zanistê de şax hene û dîsîplînên şaxan ji hev cudatir in, bi ya min wêje jî bi heman şêwazê ye. Wek dibe ku tu şairekî baş bî lê ev nayê wateya ku tu yê di heman demê de bikaribî romaneke baş lê bikî, ji ber ku şêwazên wan ji hev cudatir in. 

 

Niha ez dixwazim werim ser kitêba xwe ya vê carîn. Bi gotinê hevalê min ê hêja Hasip Yalniç kitêba me ya vê hefteyê "Birêz Hespên Hesinî ya Ulku Bîngol e" Ulku Bîngol beriya vê romana xwe bi sê pirtûkên helbestan derketibû pêşber me û serkeftina xwe ya di warê helbestan bi heman awayî barî romannûsiyê jî kiriye. Digel ku romana wî ya ewil e jî ez dikarim bêjim ku bi şêwazeke serkeftî lê kiriye û zimanê ku bi kar aniye jî meriv qet naişîne. Ango di warê bikaranîna zimên de nivîskarê me serkeftî ye. Niha em werin ser nîşeyên li ser kitêbê...

 

 

1- Dema meriv dest bi xwendinê dike meriv dibîne ku nivîskar xwediyê çavdêriyên gelekî baş in. Di romanê de nivîskar bi meriv dide hîskirin ku daketiye kolanan û li kolanan temaşe li mirovan kiriye û li ser wan têbiniyên xwe girtine. Ne ku di serê xwe tevnek çêkiriye di heman demê de çavdêriyên berastîn xistine nav berhemê.

 

 

2- Şayestandinên wî gelekî serketî ne, roman bi şayestandinan dagirtî ye, ev şayestandin dihêlin ku mekan li pêş çavê meriv şênbertir bibe.

 

 

3- Ji serê romanê heya dawiya romanê tenê mijarek heye, û ew mijar dihêle ku meriv bikeve meraqê. Hespên hesinî hene û di nav wan hespên hesinî de meriv dikeve meraka hespê hesinî yê spî. Ji ser romanê heya dawiya romanê ji ber ku aqûbeta hespê spî meraqê li meriv çê dike ev yek jî dihêle ku roman herikbar be. Ango meriv bizane bê ka wî hespê spî dê çawa be.

 

 

4- Serkeftineke din jî di afirandina karakterên romanê de ye. Lehengên romanê bi şarezabûn hatine şayestandin û meriv gava romanê dixwîne meriv hîs dike ku ev leheng ne kesên biyan in.

 

 

5- Jiyana bajêr û monotoniya jiyanê li pêş çavan hatiye raxistin. Kesayet in heman kesayet in, naguherin zûbizû û mijar û derdên wan jî her tim yek in. Tevgerên wan naguherin, heman tevgerên. Wek lehengên romanên Emile Zola. 

 

 

6- Nivîskar her çiqas tevnek çêkiribe jî tevna xwe li ser hêmayekê ava kiriye. Hespê sênig di heman demê de hêmayeke û meriv dide hûrkirin li ser meseleya sênigbûna wî û paxafpênekirina wî.

 

 

7- Di dawiya romanê de nivîskar aqûbeta hesp zelal dike û wê demê hêmaya ku di hişê meriv de zelal dibe. Di warê tevnê de ev serkeftinek e. 

 

 

8- Di dawiyê de roman bi awayekî ku meriv nepaye diqede, bi ya min ev der dikaribû bêtir bihata zelalkirin. Lewre li çend caran her çiqas amaje bi vê encamê kiribe jî zelal nekiriye. Bi ya min diviya ev mijar piçek din jî bihata lidarxistin. D.ikaribû wê hingî tesîreke derûnî ya mezintir li dilê xwendekêr bikira li gor dîtina min.

 

 

9- Digel ku romana ewilîn ya nivîskêr bû jî têra xwe serkeftî bû. Sihheta te xweş be Ulku Bîngol. Hest û dest û dilê te sax be...tu her bijî û ji me re her berhemên wisa tamxweş biafirînî...