1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. ZAVAYÊ ÇOL Û ÇIYAYAN, RESÛLÊ MALA ZELO (RESÊ)
ZAVAYÊ ÇOL Û ÇIYAYAN, RESÛLÊ MALA ZELO (RESÊ),zavayê,çol,û,çiyayan,resûlê,mala,zelo,resê

ZAVAYÊ ÇOL Û ÇIYAYAN, RESÛLÊ MALA ZELO (RESÊ)

Di malbata me de, navê Resûl bi sedsalan e tê jiyandin

A+ A-

 Bavkalê me yê herî mezin navê wî Resûl bû.

Jê re digotin Resûlê Beza.

 

Resûlê Beza, di xortaniya xwe de mêrxasekî pir bi kêr bû.

 

Di dema xelê û birçîbûnê de li dijî zordestiya beg û mîran û talana dizî û şelandinê serî rakiriye..

 

Piştre, torinekî Resûlê Beza çêdibe û navê wî lê dikin.

 

Ev Resûl jî, demekî dirêj ji gundê me re keyatî dike û bi navê kayatiyê weke Resûl Keya tê nasîn. 

 

Piştî Resûl Keya, torinekî wî dibe û navê wî jî Resûl datînin lê hezar mixabin nexweşî lê peyda dibe û bi zarokî rehmet dike.

 

Piştî ku Resûlê Biçûk rehmet dike apê min Hesen (Hesenê Mala Zelo) navê Resûl li lawekî xwe datîne.

 

Ev çîroka ku ez ê behsbikim ya Resûlê lawê apê min e..

 

Resûl, tenê yek nimûneyekî ye, bi sedan kesayetên wek wî hene ku hewceyî pêbehskirinê ne..

 

Resûl, di sala 1961'ê de li gundê Husênika (Şahqulî) girêdayî navçeya Licê ya Amedê hatiye dinê..

 

Di zarokatiya xwe de şivanî û gavanî kiriye û pê re dibistana seretayî li gundê Pîrik xwendî ye.

 

Ji bo ku li gundê me û li navenda Licê dibistana navîn û lîseyê tune bûn, Resûl li Şereflîkoçhîsara Enqereyê xwendina xwe domandiye.

 

Di mektebê de gelek serkeftî bû.

Îngilîzî û Almanî wek zimanê dayika xwe diaxiviya.

 

Piştî ku di 20 saliya xwe de çû esker û hat nexweşiyekî bê derman lê peyda bû û roj bi roj ji kesayetiya xwe dûr ket..

 

Nexweşxane neman ku apê min û zarokên xwe ew lê gerandin lê baş nebû.

 

Ev nexweşî di dema leşkeriyê de bi lêxistina derziyekî bi guman lê peyda dibe.

 

Di sala 1986'an de ku hê nû bi çolê ketîbû û nedihat malê, çend caran em bi malbatî çûn ji bo anîna wî, lê înadê dikir û nedihat.

 

Di wê demê de li çolê di bin dîwarekî zeviyê de çil roj û çil şevan xwe tî û birçî hiştibû.

 

Wê demê xwe ji civakê dûr dixist û ji mirovan nifret dikir.

 

Ji bo ku bê hal mabû em çûn me ew anî malê.

Jinmama min Hûrî, xwedê rehma xwe lê bike, jê re dimsê keland, lê mixabin qûşxaneya dimsê qulopê erdê kir û venexwar.

 

Herî dawî, zarokên apê min wî birin Elezîzê nexweşxaneya kêmaqilan..

 

Piştî tedawiya Elezîzê, Resûl hat, lê dîsa jî xwe ji civakê dûr dida û bi çol û çiyan diketin.

 

Welat bi welat, gund bi gund, mal bi mal digeriyan û ji xwe re pars û pisêlê dikirin.

 

Digel nexweşiya xwe bûbû wek pisporekî nexweşiyan û reçetên dermanê kurdî ji nexweşan re dinivîsandin.

 

Gelek nexweş bi rê û rêbazên wî şîfayê didîtin û jê re dia dikirin.

 

Resûl, dizanibû bê ka kî baş e kî xirab e.

Li mirovan mêze dikir wêneyê wan xêz dikir, hunera wî ya boyaxê û xêzkirinê jî taybetmendiyekî bûn.

 

Li çol û çiyayên Licê û herêmê bi dehsalan jiyana wî bi vî rengî di nav xwezayê de derbas bû.

 

Car caran nerazîbûnên wî yên li dijî kedîkirina pisîkan hebe jî, tu carî kesî aciz nedikir.

 

Deriyê her malê jê re vekirî bû û her kesê xêr û xêratên xwe didanê.

 

SERPIHATIYEKÎ MIN Û RESÛL

 

Resûl, di sala 2005'an de rojekî bi telefona hevalekî li min geriya, got ez li Enqereyê me û divê werim Stembolê..

 

Wê çaxê, ez li Stembolê bûm..

 

Min got baş e, were çend rojan bibe mêvanê min..

 

Navbera me xweş bû û ji min pir hez dikir, hergav digotin, qabileyeta te heye, wê teqez tiştekî ji te derkeve.

 

Resûl, roja hate Stembolê û bû mêvanê min, ez çûm xalî seheyê topê lîstim, lê hezar mixabin çaqa min şikiya û ez ketim nav livînan..

 

15, 20 rojan Resûl li malê xizmeta min û malê kir..

 

Dema xwarinê çêdikirin, ji min re digotin, ewil tu tehm bike. Her çiqas xwarinê ew çêkiriba jî, ji xwe jî bawer nedibû, digot qey di xwarinê de jehr heye.

 

Piştre ku kortopalî ez rabûm ser xwe. Hevalekî ji Enqereyê li min geriya, got; 

Min cafeyekî vekiriye, pêwistî bi hunera te heye, ku dikarî were stranbêjî bike..

 

Bi rastî xebateke bi vî rengî wê ji bo min jî baş bûya û min ev pêşniyaziyê qebûl kir.

 

Piştî ez ê derbasî Enqereyê bibûma, divê Resûl jî derbasî Amedê bibûya, bi vê boneyê min ew li otopêsa Amedê siwar kir û çû...

 

Du rojan şûnde ez jî derbasî Enqereyê bûm.

 

Çend roj derbas nebû min hew ku dît Resûl jî hat Enqereyê. Nexwe li Enqereyê ji otopêsê peya bûye û neçûye Amedê..

 

Bi qasî mehekî li Enqereyê di cafeyê de derketim sehneyê û piştre bi boneya hin sedeman cafe hate girtin.

 

Min Resûl birê kir Amedê û ez dîsa vegeriyam Stembolê...

 

Resûl, jiyana xwe ya xwezayî didomandin û li gor dilê xwe bi her derê ve diçûn.

 

Herî dawî sala di 2010"î de çû Enqerê û li wir çeteyên bê ser û sermiyan misaletê wî dibin û kêr li yekî dixe.

 

Resûl, li wir tê binçavkirin û wî dikin nezaretê.

 

Di binçavan de pirrî pê îşkenceyê dikin xwîn dikeve hundirê wî.

Bi vê boneyê di 17"ê Adara 2010'î de jiyana xwe ji dest da.

 

Di otopsiya ku weke formalîte çêdikin de dibêjin, qrîza dil derbas kiriye û wisa rehmet kiriye.

 

Piştî qetilkirina wî, bi sedan kesên ku wî nasdikirin xemgîniya xwe bi me re parvedikir û hê jî behsa wî dikin..

 

Hezar car mala wan kesên ku bi loqmayekî nan û tasekî av xwedî li Resûl û yên wek wî derketine ava be!

 

Û wek gotina dawî, bêtehemûliya li dijî kurdan li her qada jiyanê di meriyetê de ye.

 

Divê em bi vê bîr û baweriyê weke nirxên netewî li dîn û kêmaqilên xwe jî xwedî derbikevin û em bizanibin ku dînekî/ê me ji hezar aqiliyên xelkê çêtir e.

 

 

Mordem Zel

28/01/2019 Licê