1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mihemed Ronahî
  4. Dema Yezdan Dibişirî- Fewzî Bîlge
Dema Yezdan Dibişirî- Fewzî Bîlge,dema,yezdan,dibişirî,fewzî,bîlge

Dema Yezdan Dibişirî- Fewzî Bîlge

Îro ez ê li ser romana Fewzî Bîlge ya bi navê Dema Yezdan dibişirî rawestim

A+ A-

Mihemed RONAHÎ

Di wêjeya Kurdî de romanên otobiyografîk ji tiliyên destan zêde nîn in. Ya rast nivîsîna romana herî rihet nivîsîna romana otobiyografîk e ji ber ku li pêşber we jixwe fîgurek û çîrokek heye û ya ku bi we dimîne hûn ê wî fîgurî binivîsin tenê. Lê divê ez vêya jî bêjim nivîsîna romana herî zehmet jî romana otobîyografîk e. Ji ber ku dema berhem derket û ket ber destê xwendekêr, xwendekar dikare agir li te bibarîne heke te şaşî kiribin an jî te ne bi dilê wan saz kiribe roman. Niha ez werim ser romana Fewzî Bîlge.

1- Erê romaneke otobiyografîk e lê em nikarin ji vê romanê re bêjin otobiyografîk ji ber ku jiyana lehengê wî Baz ne berdest e û di warê jiyana wî de agahî gelek kêm in nivîskar fîktîfikasyon çêkiriye û ez dikarim bêjim ku fîktîfîkasyona wî muazzam e. Tu yê bêjî qey behsa Mele Mistefa Berzanî an jî Qazî Mihemed dike ku em di warê jiyana wan de xwediyê gelek agahiyan in. Xuyaye nivîskar bi rastî jî xwe êşandiye û li ser Bazê kurê Dostik lêkolîneke baş kiriye. Di vî warî de her çiqas min hê nexwendibe jî ez bawer im Fergîn Melîk Aykoç jî di romana xwe ya Aştîyago de heman zehmet kêşa ye. Lewre gelekî zehmet e ku meriv di warê kesayetekî dîrokî de bêyî agahiyên zêde fîktîfaksyonê çêke. Dİ vî warî de ez dikarim bêjim ku nivîskar hûn heya bêjin serkeftî ye.

2- Ji bilî tevnsaziyê ango fîktîfîkasyonê nivîskar di warê şarezabûna wê demê de jî xwe îspat kiriye. Him kesayetên dîrokê baş nas kirine him jî bûyerên wê demê bi awayekî gelekî serkeftî li hev hûnane. Bêyî ku şor bike an lehengên xwe di hestên xwe yên netewepereriyê de vegevizîne tevna xwe saz kiriye.

3- Ehmedê Xanî jî tê de di nav tevahiya wêjekarên Kurdan de zimanê herî zelal û bêyî çewtî yê ku min heya niha dîtiye zimanê Fewzî Bîlge ye. Gelek zimanzanên me jî hene, an jî lêkolînerên me hene dibe ku di warê zimên de serkeftî bin lê di nav wêjekaran de zimanê ku heya niha xwe ji ruhê Kurmanciyê dûr nexistiye yek jî zimanê Fewzî Bîlge ye. Hûn nikarin di hevokeke wî de pêrgî mantiqa tirkî werin digel ku ev nivîskar bi salan li Stenbolê jiyaye. Ji bo nivîskarekî bi ya min xala yekemîn ziman û bikaranîna zimên e. Dİ vî warî de Fewzî Bîlge bêhempa ye.

4- Di pêşketin û qewimîna tevna romanê de digel ku bûyer ne li gorî dilê wî jî qewimîne bûyer bi awayekî şareza vegotiye û di dema wan qewimînin xirab de êşa xwe bi serkeftin barî xwendekêr jî kiriye. Ne tenê êşa xwe coş û kelecana wê demê jî bi heman şêwazê bi ser ketiye ku barî xwendekêr bike. Ev yek ji şarezatiya pênûsê ye. Danbarkirina hesta nivîskêr ne tiştekî hêsan e divê bi rastî jî tu şareza bî ku di bikaribî hestên xwe barî xwendekêr bikî.

5- Hest û dest û dilê te sax be Fewzî Bîlge. Bi hêviya ku tu hê gelek berhemên bi vê Kurmanciya rewan û beza ji me Kurdan re li dax bixî û bi vî rengî mifadar bî li wêjeya me.

6- Ez lêborîna xwe ji xwendevanan ewilîn dixwazim. Lewre nîşeya ku min girtibû li anektdoteke din bû niha ez çav pê ketim....Nîşeya herî girîng bû xwedêgiravî... Digel ku berhem serkeftî û herikbar bû weşangêr kitêb edem kiribû...Bi fontên hûrik berhem weşandibû û xwendina wê jî gelekî zehmet bû...Ew weşangêr jî ez bûm....