1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mihemed Ronahî
  4. NARA'ya Mehmet Dîcle
NARA'ya Mehmet Dîcle,nara'ya,mehmet,dîcle

NARA'ya Mehmet Dîcle

Kitêba îro ya Mehmet Dîcle Nara ye. Ez dixwazim têbiniyên xwe yên li ser vê kitêbê bi we re parve bikim...

A+ A-

Mihemed RONAHÎ

Cenabê hezretî Nietzsche sallallah û aleyhî wessellem di hedîseke xwe ya li ser hunerê de dibêje " Dinya di eslê xwe de mekanekî pûç û vala ye û meriv lê aciz dibe. Di vê jiyanê de ne ji hunerê bûya meriv dê dîn bûya. Tenê huner dihêle ku meriv dilê xwe aş bike û sebrê bide ber dilê xwe" li ser vê gotina wî ez jî dibêjim seddeqna. Bi rastî jî wisa ye. Hinek berhem hene te wek zarokan didin girîn, hinek berhem hene te wek zarokan didin kenîn, hinek berhem hene te wek ramangeran didin fikirîn û hwd. Beriya ku ez di bi nîşeyên xwe bikim divê ez vêya bêjim Mihemed Dîcle ev hest hemû bi min dan jiyîn di vê berhema xwe de, hişt ku ez ji teşqeleyên rojane bifilitim û ji xwe re di jiyaneke çêkirî de çend saetan xwe egle bikim. Îca em werin ser têbiniyên xwe....

1- Di warê şarezatiya çand û kultura qedîmî ya Kurdî de nivîskar bi vê berhema xwe nîşan dide ku gelek li pêş e û hayûbaya wî ji gerdîş û erf û edetên civaka wî heye. Hetta ne tenê haya wî jê heye di heman demê de kûr çûye di vî warî de.

2- Di warê bikaranîna zimên û biwêjan de ser pozê xwe re jêhatî ye. Di herikandina çîrokên xwe de him mînakdayînên wî him jî biwêjên wî Kurdiya bapîr û dapîrên meriv tîne bîra meriv. Ev ji bo nivîsarekî di warê bikaranîna zimên de serkeftineke mezin e.

3- Ya herî girîng tevnsaziya wî ye. Ez dikarim bi hêsanî bêjim ku tevna çîrokên wî ji ya Çexov û Jack London ne kêmtir e. Di çîroknûsiya Kurdî de rûsipîtiyeke mezin e ji bo me Mehmet Dîcle. Tevnên wî ecêb in û di dawiya pirraniya çîrokên xwe de weke ku şîrmaqekê li serûçavên meriv bixe meriv diheyirîne. Wek mînak Leylan, Nara, Çivîkên Şîn û Serkîsoff, Havîna Zuleyxayê, Havîna Evînê ez bi hêsanî dikarim bêjim ku di çîroknûsiya cîhanê de jî dê rojekê cihên xwe bigirin û hêja ne. Di her çîrokekê de tahma nivîsîna nivîskarekî heye. Wek mînak Di Leylanê de ez pêrgî nivîskarekî Kurd î kezebşewat têm ku ew nivîskar çanda xwe baş nas dike, çavdêrekî baş e û di heman demê de welatparêzekî xweşik e, Di çîroka Narayê de ez pêrgî G. Marquez têm ku axa xwe baş nas kiriye û him çîroka dîroka xwe zane him jî ji dîroka çîrokê agahdar e. Di Havîna evînê de ez dikarim bêjim ku ez pêrgî A. Hamdî Tanpınar an jî Çexov hatim. Di Çivîkên Şîn Û Serkîsoffê de Dîno Bûzattiyek razayî bû.

4- Çîrokên din ango Kuça Filan, Beysûs û Şekirê eydê jî çîrokên gelekî serkeftî bûn heta ez bi hêsanî dikarim bêjim ku dikarin kaba xwe li kaba çîrokên gelek çîroknûsan bixe. Lê ji ber ku çîrokên din pir bi hêz bûn ew di siha xwe de hiştibûn.

5- Min di çîroknûsiya wî de kûrbûnek dît. Ango ne ku çîrokek xweşik hatiye hişê wî û wî jî lê kiriye. Wê çîroka ku xwestiye birêse li ser hûr bûye xwe pê re êşandiye di heman demê de.Kêm nivîskar vê yekê dikin. Wek mînak ez ji vê edetê dûr im. Hema çîroka xwe biqedînim temam e. Têwerdikim. Lê wî wisa nekiriye, Têlkariyek bi fersend kiriye li ser çîrokên xwe.

6- Wek nivîskarekî di warê bikaranîna zimên de serkeftî ye lê mixabin di warê tewangan de wek gelekê Amediyan qels e. Ez dikarim rûpel bi rûpel şaşiyên wî yên gramatîk binivîsîm lê wê nivîs dirêj be. Ji bo wê yekê jî divê di warê tewangan de piçek din jî baldar be, Lewra wek tê zanîn Kurdî li ser tewangê û mêzatiyê dewlemendiya xwe nîşanî zimanên din dide.

7- Ez wek wêjehezekî Kurd bi kekê Mehmet Dîcle şanaz im û dibêjim pênûsa te her terr, rêya te her vekirî be.


Gotinên miftehî :