OL Û RONESANS,ol,û,ronesans

OL Û RONESANS

A+ A-

Mahabad Felat

Di Serdema Navîn de, heya dawiya sedsala 15´an jî Ewropa di nav tarî û barbariya fundementalîzma Dêra Katolîk de dinaliya. Li seranserê Ewropayê pel nedihejiya ji bêyî vîn û biryara Dêra Katolîk- Dadgehên Engîzîsyonê (Inquisition) desthilatdar bûn û derbarê her beşên jiyana civakî û ferdî de jî, ji keyên welatên Ewropayê bigire, heya bi gundî an bêmalekî reben, xwedî bi biryar û bandor bûn. Keyên Ewropayê, heya neçûna Vatîkanê û lingê Papa maçî nekirana, keyîtiya wan nedihat pejirandin û nedikarîn li ser text bimînin. Gelên Ewropayê ku ji birçîna dizariyan, ji bo tu tiştekî nediwêrîn û nedizanîn organîze bibin, lê dema mijar ol bûna û pêkneanîna qanûnên engîzîsyonê û bi taybet jî yên Papa, ji tirsa ku dê Jesus bi ser wan de xezebê bibarîne, dikarîbûn keyên xwe bi xwe ji ser textê bînine xwarê, lê hay ji xezeba di nav de dijiyan jî tunebûn. Wisa hatibûne manîpulekirin û motîvekirin ku, tirsê serdariya jiyana wan dikir û bûbûne reben û bendên tirsên xwe.

 

Ji bilî kesên li qesra Key û papazên dêran, kesekî bi xwendin û nivîsandinê nizanîbû û dêra katolîk bixwe vê wekî gunehbariyeke mezin dinirxand û rê li ber pêşkeftina xwendin û nivîsandina civakê digirt. Lewre baş dizanî adana xwe û hilma xwe ji paşvemayîn û nezaniya civakê digire û bi tenê wisa dikare li ser lingan bimîne. 

 

Di şikandina serdema barbariya li Ewropayê de ku bi rengê olê xwe dida der, reformên mezin rolên mezin lîstin. Martîn Luther (1483-1546), teolog û papazek bû. Ji bo têgihiştina wê serdema Ewropayê û pêşkeftina Protestaniyê, jiyana wî hêjayî lêkolînê ye. Lewre mezheba protestaniyê bi tevger û hewldanên wî re dest pê kir û li seranserê Ewropayê belav bû. Martîn Luther, Încîlê wergerand almanî ku ev bi serê xwe ji aliyê Dêra Katolîk ve wekî gunehbarî û kufra herî mezin hate dîtin û binavkirin. Loma, alîgirên Luther li her deverî dihatine girtin û piştî êşkenceyên giran ku dixwestin xwe înkar bikin û li xwe poşman bibin, dihatine şewitandin. Yên li xwe poşman dibûn jî bi şûr dihatine kuştin û laşê wan li derve dihate hiştin ji bo gel bibîne û bitirse. Tirs çeka wan a herî mezin bû. Her wekî îroj jî hemû dîktator û desthilatdar heman çeka tirsê bikar tînin, ji bo domandina desthilatdariya xwe. Ev bîrewerî û kiryar îroj jî neguherî ye, bi amûr û tirsên cuda bi heman şêwazî ji aliyê desthilatdaran ve tê bikaranîn.

 

Desthilatdariyê vê kevneşopiya kambax ji olê girt û di wir de bi olê re hevkariyek jî danî. Ango hevkariya desthilatdarî û olê li ser bingeha tirsê û bikaranîna tirsê ava bû. Lewre bi tenê bi wê dikarîbûn girseya gel di nav lepên xwe de bigirin, reng û teşe bidinê û berjewendiyên xwe biparêzin. 

 

Ekola Martîn Luther her çendî rastî gelek astengiyên ejeng jî dibû, didomiya û destegeka mezin ji keyê Brîtanyayê Henrîk Tudor (1457–1509) girt. Li gel gelek pirsgirêkên din ên bi Dêra Katolîk û Papa re, ev piştgiriya ji ekola Protestaniyê re, bû sedema aloziyeka mezin li seranserê Ewropayê. Lewra Brîtanya wê serdemê, piştî Spanyayê welatê herî xurt bû û bi Spanyayê re jî di nav têkiliyan de bû.

 

Desteka Henrîk Tudor keyê Brîtanyayê, bû sedema pêşkeftina protestaniyê. Dêra Katolîk her çendî bi rêbazên pir erjeng û barbar bi ser wan de diçû jî, nekarî rê li ber pêşkeftina Protestaniyê li Ewropayê bigire. Wergerandina Încîlê li Almanî û piştre li zimanên din jî û pêşkeftina ekola Protestaniyê, bû destpêka şikestina desthilatdariya Vatîkanê li Ewropayê. Êdî Vatîkan neçar mabû ji bo keyên welatên Ewropayê protestaniyê nekine mezheba fermî li welatên xwe, desthilatdariyê bi keyên Ewropayê re parve kir, wan ji hin zagon û adetên wekî maçkirina lingê Papa azad kir û hin zagonên Engîzîsyonê jî nerm kir. Bi van pêşkeftinan re, yekem car li Ewropayê bi rêya ekola Protestaniyê re reformê dest pê kir ku jixwe eger dîsa ne ol, an mezhebeke olî bûna, dê nekariya li dijî desthilatdariya mezhebeka din rabûna û bi ser biketana. Gel wisa hatibû manîpulekirin ku ol, di jiyana wan de her tişt bû. Li pêş jiyana malbat û zarokên wan bû, li pêş jiyana wan bixwe bû. Tu tiştek ji olê, ji dêrê û ji Jesus mezintir tunebû. Ev jiyan hebe, ji bo dêrê bû, tunebe jî ji bo wan bixwe bû. Lê her çendî ekoleka olî be jî protestanî û tevgera Martîn Luther, li Ewropayê yekem car rê li ber pêşkeftin û reformeka mezin vekir. Hêjayî gotinê ye ku piştgiriya Henrîk Tudor ya ji bo Martîn Luther jî, ji bo derketina ji bin bandora Vatîkanê bû. Wî nedixwest desthilatdariya xwe bi Papa re parve bike û Papa kengî bixwaze destê xwe li welatê wî û jiyana wî werde û biryaran li serê bide. Tudor, tevgera Protestaniyê, ji bo vê armanca xwe jî wekî derfeteka mezin dît. Wî jî baş dizanî, bêyî olê, nikare bi olê! Ev pêşkeftin, weke şoreşek bû li Ewropayê.

 

Şoreşeka din ku dîsa di heman Serdema Navîn û di heman sedsalî de li Ewropayê, hêdî hêdî zîl dida û xwe nîşan dida jî, Ronesans bû.  

 

RONESANS

 

Gotina Ronesansê di wateya vejînê de cara yekem ji aliyê olperestan ve wekî vejîna miroyan, ango ji hemû gunehên xwe xalîbûna mirovan hatiye bikaranîn. Bi îtalyanî “Rinascimento” û bi fransî jî Renaissance tê wateya vejînê. 

 

Gotina Ronesansê cara yekem di sala 1860î de, di wateyeka ji derî wateya olê lê bar kiriye de, ji aliyê Jakop Burchardt ve hatiye bikaranîn. “Die Kultur der Renaissance in Italien” “Li Îtalyayê Çanda Ronesansê” navê berhemeka wî ye. 

 

Ev ekola li Îtalyayê dest pê kir, di nav demê de li hemû Ewropayê belav bû û di warê çand, huner, raman û hişmendiya Ewropayê de bû sedema guherînên mezin. Ev guherîn, weke dawîlêhatina nezaniya Ewropayê û vejîna bi çanda Yunan û Romayê tê pejirandin.  

 

Împaratoriya Romayê di warê çand, mîtolojî, huner û beşek ji pergala rêveberiyê ve şopîneriya Serdema Antîk a Yunanîstanê dikir- Piştî Împaratoriya Romayê ola Xirîstiyaniyê bi fermî pejirand û di nav demê Vatîkan bû navenda vê olê, rê li ber pêşkeftinên civakî hatin girtin. Piştî Împaratoriya Romayê ya Rojava di sala 476´an de bi êrîşên êlên Germen xerab bû, rol û hêza Vatîkanê jî li seranserê Ewropayê zêdetir bû. Di vê serdemê de, xwendina ji bilî Încîlê qedexe bû û jixwe bi tenê bazirganên mezin û papaz dikaribûn bi latînî bixwînin ku Încîl jî heya dema Martîn Luther jî, bi tenê bi latînî bû ku ev navbereke nêzî 1000 salî ye. 

 

Bi şikestina vê serdemê re, navê Ronesansê, ango vejînê li pêşkeftinên di warê çand, huner û hişmendiya Ewropayê de hate kirin. Lewre dawî li wê navbera serdemên tarî hatibû, ev pêvajo wisa hat nirxandin û ev nav lê hate kirin. 

 

Êdî ji bilî hunerên ji bo dêran dihatine kirin, di warê wênesazî û peykersaziyê de huner bi pêş diet û ev dibûn sedemên guherînên reng û ramanên civakî. Civakê xweliya hezar salan ji ser xwe diavêt û bi ser xwe ve dihat, ronahiyê û pêre jî pêşiya xwe didît.

 

Beriya Ronesansê Hunera Gotîk heye, ji nîveka sedsala 12an, bi veguhezîna hunera Romaneskê re û weke bertekeka li dijî Hunera Latînî dest pê dike heya dawiya Serdema Navîn didome û dibe destpêka ekola Ronesansê. 

 

Ev bi me didine xuyan ku huner li ser veguhestina hişmendî û pêre jî pêşkeftina civakî xwedî bandoreka ne tenê mezin lê bingehîn e jî. Eger huner bikaribe ji bo xwe zeviyeka li ser şîn bibe bibîne, dikarê jiyanê buguhere, birengîne, teşe û çêj bide jiyanê. Ol, ku dikarin Xuda di hunerê de bibînin, wê demê jî hunera ji bilî ji bo û li ser hişmendiya dêran pêve qedexe dikirin, wekî heram û gunehbariya herî mezin didîtin û êrîşê hunerê û hunermendan dikirin, mafê jiyanê nedidane wan û hunera wan a ji derî hişmendî û berjewendiyên dêrê. Ez ê paşê dîsa bême ser vê mijarê. 

 

Yek ji tişta herî zêde li ser Ronesansê bandorê kiriye jî humanîzm e. Lewre di bingeha herduyan de jî mirov û nirx û rûmetên li ser keda mirovahiyê şîn bûne hene û di navenda hişmendiya wan de cî girtine. Ronesansa li ser tevgerên reformîst rê û zevî dît û şîn bû, bi rastiya pêkutî û zordariyê baş dizanî û loma jî bi rûmeta azadiyê baş dizanî. Ev vê ekolê bêtir nêzî hişmendiya humanîzmê dikir û humanîzmê jî bêtir xwe di hunera Ronesansê de didît û dianî ziman. 

 

Lewre akola hunanîst, bawerî bi mirovan û bi hişê mirovan dianî, lê ne bi xurafe û xap û kapên olî.  Wan bi afirîneriya mirvan bawerî dianî û vê pêşniyaz dikirin. Diviya mirov têrî xwe bikirana, bêyî pişta xwe bidana çîrok û xiyalan. Wan mirovan wekî “micro Cosmos” ango “Gerdûna Piçûk” bi nav dikirin. 

 

Hunera ku heya sedsala 15an jî di bin bandora dêran de bû, hişmendiya humanîst û bîr û bêriya li serdema Antîk a Grekî û Romayî, bi xwe re hewldanekê jî da destpêkirin û huner êdî ji bo mirovan dihat kirin. Bê guman rastî bertekên dêrê hatin û gelek tişt jî jiyan ku dikare wekî barbarî hovîtî bê binavkirin, lê hunerê dest bi herikandina xwe kiribû êdî, ji bo rêlibergirtina wê hêzeke Xudayî diviya ku ew jî ne di barbariyê de lê di hunerê bixwe de veşarî bû. Loma jî jiyan li Ewropayê ne tenê di warê hunerê de, lê pêve girêdayî, di warê zanist û felsefeyê de jî bi lez û bez bi pêş diket. 

 

Ev pêşkeftin û li dibistanan hebûna waneyên hunerî, zanistî û felsefî, bi xwe re gelek hunermend û bîrewer jî afirand ku ev di honandina pêşkeftin û pêşeroja ronahî ya Ewropayê de rolên mezin lîstin. Bi vê pêşkeftinê re dêra katolîk lawaz dibû, lewra zeviya ku qûtê xwe jê digirt her diçû ziwa dibû. Ev paşveçûn bi xwe re, rê li ber nêrîn û ramanên din ên olî jî vedikir ku Martîn Luther yek ji van mînakan a herî pêş û balkêş e. Piştî wê serdemê, mezhebên protesyan û ortodoks jî bi wêrekî xwe dane der, birêxistin kirin û di nav gel de wan jî ciyê xwe çêkir. 

 

Di vê serdemê de gelek hunermend û zanyar derketin holê û her yek ji wan dikaribû ne tenê di warekî huner an zanistê de, lê di warê gelek huner û zanistê de bi pêş bikeve û biafirîne. Leone Battista Alberti (1404 – 1472, wênesaz, helbestvan, zimanzan, fîlozof, krîptozan, muzîkjen û avahîsazê îtalî û yek ji pêşengê Tevgera Ronesansê) ji vê re yek ji mînaka herî balkêş e û bi gotina xwe û kiryarên xwe ve “Dema mirov bixwaze, dikare her tiştî bike”. Pêşkêşvaniya vê ekolê dike. 

 

Bê guman ev hemî bêyî aborî bi pêş nediketin û ew aborî bêtir bi bazirganên wê serdemê re hebûn ku bi rêya Seferên Xaçparîzan, bi bidestxistina herêmên nû û talan û bazirganiyên bi van rêyan ve hatibûne bidestxistin dewlemend bûbûn. Derdê wan ya rastî ji pêşkeftina zanist û hunerê bêtir, şikandin an jî sistkirina mengeneya dêra katolîk bû ku li ser civakê jidandibû û nedihişt civak yek gavek jî bi pêş bikeve. Ev paşvemayîn bi kêrî bazara bazirganan û şêwaza jiyana wan nedihat, loma wan jî bi awayekî dixwestin ji vê çerxê rizgar bibin û wan jî rêya pêşkeftinê di huner û zanistê de dîtibûn, loma fînanse jî dikirin. Û dîsa loma ku Ronesansê dikarîbû ji herêma Toskanaya Floransayê dest pê bike ku Floransa wê serdemê navenda bazirganiya Ewropayê û yek jinavenda bazirganiya cîhanê jî bû. Malbata Medici yek ji malbatên herî dewlemend bû ku hunerê û zanistê destek dikirin û zêde nedixwestin guh bidine biryar û gotinên Vatîkanê. Loma, bi hêza xwe ya peran, gelek caran dest werdane hilbijartinên Papatiyê jî û sê caran bi lîstik û hêza xwe ya peran, papayên di bin bandora xwe de dane hilbijartin.  

 

Li gel van hemû rastiyan jî, divê neyê jibîrkirin ku Ronesansa jiyanê li Ewropayê serobin kir, ne ji hêza zanist û matematîkê bûna, tu bazirgan dê nikaribûna ekol û pêşkeftineke wiha li Ewropayê bi zora peran bi dest bixe. Lewra hunera Ronesansê li serbingeha zanist û matematîkê bi pêş diket, yan na ne pêkan bû. Û zanist ronahî bû, ronahî derketina holê ya rastiyan bû, zelalî û dîtina kûrahiyan bû. Loma ku şerê herî mezin a vê serdemê, di navbera vê ekolê û Vatîkanê de bû. 

 

Divê li vir qala Şoreşa Îndustriyê jî bê kirin ku ji Brîtanyayê dest pê kir, pêl bi pêl li seranserê Ewropayê belav bû û di warê aborî de bû bingeha pêşkeftina welatên Ewropayê. 

 

Şoreşa Îndustriyê, li Ewropayê di sedsalên 18 û 19an de bi vedîtina maşîneyên bi buxarê dixebitin, li Brîtanyayê dest pê kir. Ev bi xwe re sermayeyeke mezin afirand û bandora xwe li ser Ewropaya Rojava, Bakurê Amerîkayê û Japonyayê kir. Bê guman bêyî renc û pirsgirêk nînbûn ev pêşkeftin ku her du Şerên CÎhanî jî bi van pêşkeftinan ve girêdayî rû dan. Lê tişta ez li vir dixwazim li ser rawestim, girêdana wê bi Ronesansê ve ye. Lewre Ronesansa li ser bingeha zanistê bi pêş ket, civakê û civakê jî car din zanistê bi pêş xist. Eger zanist ewçendî bi pêş neketibûna, dê nekarîbûna ew maşînên bûne sedema Şoreşa Îndustriyê li Ewropayê nehatibûna vedîtin. 

 

Bi pêşkeftina îndustriyê re aborî, bi pêşkeftina aboriyê re pêşkeftinên civakî bûn. Ev hemî bi hev ve girêdayî rû didan. Ji serdema Gotîk, heya serdema Şoreşa Îndustiriyê, di pêvajoyeke dûvedirêj û li ser hev bi bandor de Ewropayê karîbû xwe bigihêjîne hin nirx û rûmetên mirovahî. Piştre mîna hemû pêşkeftinan, eger di yek tiştekî de asê bê hiştin, piştî demekê ew pêşkeftin êdî li ber herikîna jiyanê bersiva demê nade û difetisîne. Loma ku dikare bê gotin Ewropaya xwe ji bin pençên serdema tarî ya Îngîzîsyonê û Serdama Navîn bi saya Ronesansê û Şoreşa Îndustiriyê rizgar kir, niha di bin pençên kapîtalîzma hoveber de dinale û pêdiviya wê dîsa bi ronesanseka nû heye. 

  

Gotina dawî ji bo vê mijarê; Ronesansê gelek guherîn û veguhestinên bingehîn kir di jiyana Ewropiyan de, di hişmendî, nêrînên wan de, lê ev hemû şoreşên mezin, çavbirçîtiya Ewropayê, xwedbîniya Ewropayê neşikand, dijberî wê, bi pêşkeftina kapîtalîzmê re ev egoîzm bêtir bi pêş ket û bû sedemê jiyana bi milyonan mirovan, têkçûna gelek welatan û gelan. Di serî de jî gelê kurd herî zêde ji vê aliyê Ewropayê ziyanê dî, hîn jî dibîne. 

 

Dê bidome: Di beşa duduyan de ez ê hewl bidim vê rewşê bidime ber rewşa bi taybet Rojhilata Navîn û Cîhana Îslamê.

 

 

 

 


Gotinên miftehî :