1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Ol û Ronesans -2
Ol û Ronesans -2,ol,û,ronesans,2

Ol û Ronesans -2

Ol bi xwe, desthilatdariya li ser giyan, hest û kesayetiya mirovan e

A+ A-

 

 Mahabad Felat

Dema ol tê gotin, qala çi piçûk, çi mezin, hemû olên ji nav mirovahiyê zîl dane, şîn bûne, bandore li ser jiyana mirovan kirine, reng û teşe dane jiyana mirovan û bûne şêwaza jiyana mirovan tê kirin. Lê ez ê hewl bidim bêtir li ser olên semawî û bi taybet jî li ser Xirîstiyanî û Îslamiyetê hin mînakan bidim, lewre dîrok û çîroka me û yên bêtir ji nîvpayê mirovahiyê bi van her du olan ve girêdayî çarenûsa xwe jiyane û hatine honandin. 

 

Ola Îslamê û ronesans

 

Heya serdema Emewiyan jî, di îslamiyetê de qala pêşkeftineke zanistî û hunerî ku bikaribe rê li ber ronesansekê veke an bibe bingeh jêre, nikare bê kirin. Piştî mirina peyamberê vê olê Muhammed bin Abdullah, bêtir şerê desthilatdariyê hat dayîn û di encamê de piştî Serdema Çar Xelîfeyan (632-661) û kuştina Ali bin Ebu Talib, (661), di sala 750î de Dewleta Îslamê ya Emewiyan hate damezirandin. Di serdema Emewiyan de herçendî hin xebatên hunerî wekî helbest û avahîsazî bi pêş ketibin jî, ev bêtir bi desthilatdariya Emewiyan ve girêdayî, bi destûra wan û ji bo pesindana wan bi pêş diket ku ev bi xwe jî sedemeka grîng bû li ber pêşkeftineke azad a hunera ku bikaribe rê li ber pêşkeftina civakê veke û di ware hişmendî û zanistê de jî bibe sedema pêşkeftinekê. Hunera avahîsaziyê ya wê serdemê jî dîsa ne serbixwe bû lê, di bin bandora hunera yunan, bîzans û sasaniyan de bi pêş diket. Ji bilî wê, armanca sereke ya desthilatdariya Emewiyan, di bin navê îslamiyetê de mezinkirin û berfirehkirina desthilatdariya xwe bû ku vê jî bi rêya dagikeriyê bi pêş dixist û bi ser jî diket. 

 

 

Ronesansa Ebbasiyan

 

Ev serdem, ji aliyê hin derdoran ve wekî “Serdema Zêrîn a Îslamê“ jî tê binavkirin. 

Piştî Emewiyan xelîfetî derbasê Ebbasiyan bû. Xelîfetiya Ebbasiyan, ji aliyê pismamên peyamberê îslamê Haşimiyan ve hat damezirandin. Haşimî di serdema desthilatdariya xwe de ango di navbera sedsalên 11 û 12an de li ser hin xebatên çandî, wêjeyî û zanistî hûr bûn û ji ber vê jî ev her du sedsal weke Ronesansa Abbasiyan hate binavkirin. Lê ev pêşkeftinên di serdema desthilatdariya Abbasiyan de jî, rê li ber pêşkeftineke hişmendiya civakî û guherîn û reformeke di nav ola îslamê bi xwe de, venekirin. Ango ev pêşkeftin siya xwe berî ser tevahiya olê û civakê nedan. Ev hinek ji ber fikarên desthilatdariyê û bi piranî jî ji ber rastiya olê bixwe bû ku desthilatdarî jî tenê dikarî xwe bi rêya vê olê li ser lingan bigire. Pêşkeftinên di bin bandor û kontrola desthilatdariyê de, ji ber xweza desthilatdariyê, bi sînor diman.

 

Li ser kavilên Ebbasiyan, begîtî, dewlet û desthilatdariyên cuda hatin damezirandin. Buveyhî, Tahirî, Samânî, Şirvânî, Saffârî, Hemdânî, Merwânî, Mirdâsî, Ukâylî, Zengî, Ihşidî, Hafsî, Aglebî û Fâtımî hin ji van begîtî û desthilatdariyan bûn. Herî dawî destilatdariya Osmaniyan dest danî ser xelîfetiya îslamê. Ev hemî dewlet û destilatdarî, ola îslamê bi tenê ji bo qewînî û mayîna desthilatdariya xwe bikar anîn, li ser şîn bûn. Her çendî hin xebat û hewldanên çandî û zanistî di nav van desthilatdariyan de bi pêş ketin û hin bermayî û bandor jî li dû xwe hiştin, lê bandora hişk a hişmendiya dewlet û desthilatdariya di bin rûpoşa ola îslamê de, her asteng bû li pêşiya van pêşkeftinan. Tenê dema dê bikariya ji bo desthilatdariya xwe bikar bîne, rê didane van pêşkeftinan. Wekî din, wekî dijayetiya îslamê bi nav dikirin û bi şêwazên erjeng bi ser wan ve diçûn. 

 

Huner û zanista ne azad ne pêkan bû rola xwe ya pêşxistina hişmendiya civakî bilîze. Loma jî, li gel gelek hewldan, kesayet û bandorên hêja yên di nav herikîna dîroka ola îslamê de, di warê zanist, huner, çand û wêjeyê de rû dan, şîn bûn û car caran derketine pêş jî, lê nekarîne bibine sedema ronesanseke ku bikaribe olê jî reforme bike û reng û rûçikê civakê biguhere, di hişmendiya civakê de guerînên bingehîn bike. 

 

Ev tişt bê guman di nav cîhana xirîstiyan de jî rû dan. Ango ol û desthilatdarî timî di nav hewldanên pir erjeng de bûn ku bikaribin rê li ber pêşkeftina hişmendiya civakî bigirin û hemû egerên dikarin vê encamê derxine holê, ji holê rakin, an jî bê bandor bikin. Dîsa huner û zanista di bin bandora ol û desthilatdariyê de bû, di cîhana xirîstiyaniyê de jî bi sedan salan rê li ber pêşkeftinên azad girtin. Lê di encama têkoşîneke dûvedirêj a navbera hewldanên azad û ol û desthilatdariyê de, ronesansek karîbû bi ser bikeve. Ev hewldan û ev şerê pêşkeftinê di cîhana ola îslamê de tu carî wê hêzê negirt. 

 

 

Tirk jî wekî ereban civakeka koçer û talanker bûn. Destê wan gihîştibe ku derê, hemû dewlemendî û nirxên wê deverê talan kirine û heta civakên ku kirine binê destên xwe, ji bo xwe bikar anîne. Dema nekarîne ji bo xwe bikar bînin, tune kirine. Loma ku di serdema Osmaniyan de jî ku li ser xelîfetiya îslamê û pêre li ser hemû berjewendiyên pêve girêdayî rûniştin, tiştek neguherî, tişta bû, tiştên heyî jî hatin talankirin û berê xwe dane Balkanan û Ewropayê. 

 

 

Hêjayî gotinê ye ku çi di serdema Emewiyan de, çi di serdema Ebasiyan de û çi jî di serdema Osmaniyan de, hemû mirovên çand, wêje, huner û zanistê, bi giranî ne ereb û ne jî tirk bûn. Kurd bûn, faris bûn, ermen bûn, grekî û balkanî bûn. Ev di warê hunera şer de jî û hunera avahîsaziyê de jî her wisa bû. Tiştên wan bi hev ve an bi desthilatdariyê ve girê didan ummetî bû û bi wê pergala olî ve girêdayî, tirs bû. Di nav herikîna demê û guherînên pêve girêdayî de, bêtir şer û nakokiyên destilatdariyê û encamên wê derketibine pêş jî, ev rastiya rola olê di bingeha xwe de îroj jî neguheriye, lê di roja me de xerabtir jî bûye ku encamên wê bêtir jî em kurd bi hemû germahî û erjengiyên wê ve îroj jî dijîn. Yek şûreka bi tenê heye li ser serê me tê hejandin, şûra olê ye. Ev bixwe jî aşkere dike ku heya civak di nav tariya olan de bin dê pêşiya xwe nebînin, dê li bin guhê hev bikevin, dê ji çalik û kortik, kendal û newalan wer bibin, dê ser û guhên hev û du di xwînê de bihêlin. 

 

Çima? 

Lewre mirovahî li ser bingeha koçerî/koçberî û talanê li cihanê belav bû. Gelên li erdnîgariyên bê ber û ziwa belav û bi cî bûn bêtir bûne xwedî kesayeteke şerker, hoveber û talanker û tu carî dest ji lêgerîn û koça xwe bernedan. Loma jî diviya şer bikin û bi dest bixin, lewre ew ciyên çav berdidanê ne bêxwedî bûn. Gelên xwedî cihên bi ber û berhemdar bûn, timî bûne armancên van êrîşan. Tirk ji Asyaya Navîn ji ber vê sedemê ber bi Kevana Zêrîn ve hatin. Qewmên Aramî jî dîsa bi heman sedemê ji Bakurê Afrîkayê xwe ber bi Kevana Zêrîn ve girtin. Her tiştên îroj di bin navê olê de jî rû dide, li ser vê bingehê şîn bûn û talan ne tenê di warê erdnîgariyê de bi sînor ma, lê çîrok, dîrok, çand, ziman, wêje, folklor, muzîk, kevneşopî û hemû nirx û rûmetên gelên xwedîcîh ku di nav herikîna dîrokî de û bi xwezayê û rûdanên xwezayî ve girêdayî ji xwe re afirandibûn, li ser şîn û geş bûbûn jî, bûna armancên talan û diziyê. Mîna her tiştên têne talankirin û dizîn, ew nirx û rûmet jî mîna xwe neman. Talanker ew li gor zanîn, armanc, nêrîn, karîn û berjewendiyên xwe manîpule kirin, ji nû ve reng û teşe danê. Dema êdî bi kêrî wan nehat, an nekarîn bikar bînin, tune kirin, gemirandin, bi giyan û kodan lîstin, jihevde xistin. Civakên bûne armancên van kiryar û êrîşan, an tune bûn, an jî ji xwebûnê derketin, ji xwe bi dûr, bûne çelexwarî, giyankole, evîndarên celadên xwe û bûne dijminên hemû nirx û egerên hebûna xwe.

 

Di rewşa me de, ango li Kurdistanê ev hemî bi rengên herî erjeng rû dan û bi ser jî ketin. Tenê nekarîn bi temamî tune bikin.

 

Dîroka mirovahiyê, dîroka pêşkeftin û barbariyê, dîroka hevkarî û şerê navbera pêşkeftin û barbariyê ye. Pêşkeftinên di bin kontrol û daxwaza desthilatdariyê de hevkariya barbariyê kiriye. Pêşkeftinên ji derî kontrol û daxwaza desthilatdariyê her tim bûne armanca êrîş û tunekirinan. Ji vir derdikeve holê ku heya roja me jî desthilatdarî barbarî bixwe bûye. Lewra bêyî hêz barbarî û bêyî herduyan jî desthilatdarî nebûye, nabe.

 

Çima ev ravekirin? Lewre pêşkeftinên herî mezin ên civakî wekî Ronesans têne binavkirin ku ev tê wateya vejîna civakî jî.

 

Ronesans, li ser bingeha zanist, çand û hunerê pêkan e ku ev rengê xwe didine jiyana civakî û kodên nû yên civakî diafirînin. Civak di nêrîn, jiyan, dan û stendinan de reforme dibin, reng û teşe diguherin, êdî mîna xwe namînin. Ev dikare weke şoreşeka mezin a civakî jî bê dîtin.

 

Ol bi xwe, desthilatdariya li ser giyan, hest û kesayetiya mirovan e. Yekane rêya xwejiyandina hemû olan ev e. Loma ku ol giyan, hest û kesayetiyên azad naxwaze. Lewre azadî bixwe qetandina zincîran e, egera xirabkirina bingeha olan e. Hingê divê ol, destûrê nede tu pêşkeftineke civakî ku bikaribe rê li ber azadiya kes û civakan vebike. Ev rastî ji bo hemû desthilatdariyan derbas dibe. Lewre ev rastiya olan, rastiya hemû desthilatdariyan e. Lomaye ku ol û desthilatdarî car caran nakokiyan bijîn jî, dikarin bi hev re hevkariyên bingehîn û dûvedirêj bikin. Ev ji ber vê kesayetiya wan a hevpar û berjewendiyên wan ên hevpar tê. 

 

Di rewşeke wiha de jî, ne pêkan e qala ronesanseka serbixwe, azad bê kirin. Pêşkeftinên di bin bandora ol û desthilatdariyan de, hevkarên ol û desthilatdariyan in. Loma ne pêkan e li dijî karakter û rastiya ol û desthilatdariyan tevbigerin. 

 

Ev hemî jî sedemên pir grîng in ku mirov nikare di cîhana Îslamê de qala ronesansekê bike. Dîsa mirov nikare di dema nêzîk an navîn de jî qala guherîneke bingehîn bike. 

 

2020-10-26


Gotinên miftehî :